Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike 2022-07-23 11:13:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku Tirkiye û grûbên girêdayî wê gundên Kantona Şehbayê û navçeya Til Temirê topbaran dikin.    Piştî gur û gefên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê zêdetir bûn. Bi taybetî îro topbarana Tirkiyeyê ya li dijî Kantona Şehbayê û navçeya Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Hat zanîn ku Tirkiye û hêzên paramîlîter wek “Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO)” ku bi Tirkiyeyê re tevger dikin ji seaetên serê sibehê ve bi obus û hewanan êrişî gundên Um Kêf û Dirdara yên dikevin rojavayê Til Temirê dikin. Ji ber bombebaranê santrala li gundê Um Kêf xera bû. Ev santral ceyranê dide navenda Til Temir û gundên wê.    Tirkiye û grûbên xwe çekdar di heman demê de gundên Um Qura û Hesaçik ên bi ser Kantona Şehbayê ve jî bombebaran dikin. Hat ragihandin ku bombebarana li herêmê berdewam dike.