Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin 2022-07-23 09:02:16 HATAY - Li Îskenderûnê K.Ç.yê ku dema hewl daye kesên şer dikin ji hev veqetîne rastî heqareta polîsan hatiye û hem li nava kuçeyê, hem di maşîneya polîsan de û hem jî li qereqolê polîsan li wî xistiye. Parêzer Mûstafa Çamlibel anî ziman ku ji bo pêşîlêgirtin îşkenceyê divê polîs bên cezakirin. Li navçeya Îskenderûn a Hatayê welatiyê bi navê K.Ç. xwestiye kesên di 15’ê Tîrmehê danê êvarî de li Parka Anitê şer kirine ji hev veqetîne. Dema hewl kesên şer dikin ji hev veqetîne polîs hatine cihê bûyerê. Polîsên ku hatin cihê bûyerê ewilî K.Ç. li erdê dirêj kirine û destên wî ji paş de kelemçe kirine. K.Ç. ku polîsan heqaret lê kiriye, hem di maşîneya polîsan de û hem jî li qereqolê polîsan li wî xistiye û gava di hundirê maşîneyê de li ber xwe daye polîsan gaza îsotê reşandine ser çavê wî.    K.Ç.yê ku bi îdiaya "Heqaret li serokkomar kiriye" û "peywira polîsan asteng kiriye" piştî rojeke binçavkirinê di 16'ê Tîrmehê de sewqî Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê hatiye kirin û dozgeriyê jî bi heman îdiayan ew bi daxawaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya 2'yan a Îskenderûnê kiriye. Dadgeriyê derbarê K.Ç. de biryara qedexeya derveyî welêt daye û ew bi şertê kontrola edlî berdaye.    K.Ç. ku di hundirê maşîneya polîsan de û li midûriyeta polîsan, polîsan lêxistiye li ser laşê wî şopa postalên polîsan xuya dike. K.Ç. giliyê polîsên lêxistine kiriye.    K.Ç., di îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan û dozgeriyê de diyar kiriye ku wî xwestiye kesên şer dikirin ji hev veqetîne û ev yek ji polîsan re jî gotiye, lê belê polîsan ew li erdê dirêj kiriye û ji paş de destên wî kelemçe kirine. K.Ç di îfadeya xwe de ev tişt gotine: "Ez bi tu awayî li ber wan ranebûm, lê dîsa jî ez bi erdê ve kaş kirim. Min û hevalê min C.O. li wesayîtê siwar kirin. Di hundirê wesayîtê de li min xistin û gaza îsotê reşandin. Ji ber ku bêhna min dernediket min bi pehîna cama wesayîtê şikand. Polîsan ji me re got, 'k... b...' û bi pehîn û kulman li me xistin. Di dema îfadeyê de polîsan ji min re got te heqaret li mezin dewletê kiriye û dîmenên vê yekê hene. Min ev tişt qebûl nekirin, lê ji min re gotin tu yê li dadgehê rezûl bibî. Bi vî awayî bi min dan qebûlkirin. Min bi tu awayî heqaret li serokkomar nekiriye."    'BILA KIRYAR BÊN CEZAKIRIN'   Parêzerê K.Ç. Mûstafa Çamlibel jî got: Li heqaret li muwekîl kirine û lêxistine. Pişt re ji paş de destê muwekîl kelepçe kirine û ew li wesayîta ekîbê siwar kirine û di vê navberê de gaza îsotê reşandine ser çavê wî." Çamlibel bilêv kir ku ger ev giliyên ji bo îşkenceyên bi vî rengî bê encam bimînin dê kiryarên wisa berbelav bibin.    Parêzer Çamlibel destnîşan kir ku divê lêpirsîneke bibandor bê kirin û got, ger kiryar bên cezakirin, ev yek dê ji bo pêşîlêgirtina kiryarên bi vî rengî bibe gaveke girîng.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen