Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e 2022-07-23 09:01:30 STENBOL - Rojnamevan Ragip Dûran diyar kir ku çapemeniya kurd ku ji bo her kesî bi rolek pir girîng radibe bi nûçeyên xwe yên asoya mirovan ronî dike, deshilatê nerihet dike û got li Tirkiyeyê herî zêde rojnamevan di vê serdemê de hatine girtin.  Li Tirkiyeyê 24'ê Tîrmehê wekî salvegera rakirina sansûrê tê pêşwazîkirin. Di 24'ê Tîrmeha 1908'an de dema ku Meşrîtiyet hat ragihandin, rojnamevanan biryar girt ku rojnameyên xwe nîşanî lijneya sansûrê nedin û nehêlin karmendên sansûrê bên buroyên wan. Ev dîrok, yanî 24'ê Tîrmehê di sala 1948an de bi biryara Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê wekî Roja Têkoşîna Ji Bo Azadiya Çapemeniyê hat ragihandin. Rojnamevan 24’ê Tîrmehê ku wekî Cejna Çapemeniyê jî tê binavkirin, bi têkoşîna li dijî sansûr û zilmê pêşwazî dikin.   Li Tirkiyeyê ku di rêzên dawî yên azadiya çapemeniyê ya cîhanê de ye, roj bi roj tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe. Qanûna sansûrê ya di dema Îstibdata Ebdulhemîdê II'yan da hat pêkanîn, piştî 114 salan desthilata niha dixwaze heman qanûnê cardin pêk bîne. Ji xeynî sansûrê li Tirkiyeyê rojnamevan bi girtin, binçavkirin û bêkariyê re ji rû bi rû ne. Li gorî rapora meha hezîranê ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), bi 16 rojnamevanên ku di 16'ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin re li Tirkiyeyê hejmara rojnamevanên girtî bûye 76 kes.     Rojnamevan Ragip Dûran ji duh heya niha azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê nirxand.   ROJNAMEVAN HERÎ ZÊDE DI VÊ SERDEMÊ DE HATINE GIRTIN   Dûran bi lêv kir ku li welatekî ger hejmara rojnamevanên girtî zêde bin, ev yek nîşan dide ku li wî welatî azadiya çapemeniyê tune ye. Dûran destnîşan kir ku ji sala 1831'ê vir ve li Tirkiyeyê herî zêde rojnamevan di vê serdemê de di girtîgehê de ne. Dûran bi bîr xist ku bi taybeta piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê nêzî 200 rojname, radyo, televîzyon, kovar û malperên înternetê hatine girtin û li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tune ye.   REWŞA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ   Dûran got: “Pîvanek din a ku qalîte û asta azadiya çapemeniyê diyar dike ew e ku bê di hemû saziyên çapemeniyê yên heyî de cihê dîtin û nêrînên desthilatê çi qas e. Ger li welatekî di naveroka organên çapemeniyê de ji sedî 50 zêdetir propagandaya desthilatê bê kirin, ev yek delîla nebûna azadiya çapemeniyê ye."     HELWESTA ‘FAŞÎZAN’   Dûran anî ziman ku di sala 1908'an de rojnamevanan sansûrê ji holê rakiriye, lê belê ev yek tenê demeke kurt dewam kiriye û li Tirkiyeyê sansûr her tim hebûye. Dûran bi bîr xist ku 114 sal berê sansûr hatiye rakirin û bal kişand ser qanûna sansûrê ya ku desthilatê ew berpêşî Meclisê kiribû û hevdîtinên wê hatibûn taloqkirin. Dûran di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li cihekî tê gotin, 'Eger mebesta hin peyamên medyaya civakî têkbirina yekîtiya neteweyî be, cezayê girtîgehê ji 12 mehan dest pê dike.' Ev peyv di vir de peyva di wesfa mifteyê de ye. Dewlet dê di peyaman de li niyetê bigere. Mesela eger welatiyê te twîteke wekî 'Li gorî duh îro benzîn ji sedî 5 zêde bûye' belav bike, dê bibêjin 'mebest ji vê yekê çi ye? Ma wî ev peyam ji bo parçekirina dewletê belav kiriye?' Dê wî/ê kesî/ê bigirin û bavêjin girtîgehê. Di metnê de nêzîkatiyeke faşîzan heye."    ‘ARMANCA SANSÛRÊ'   Dûran têkildarî ku desthilatê çima qanûna sansûrê cardin xistiye rojevê ev tişt gotin: “Dîtin ku ew çapemeniya klasîk a ku heya niha di destê wan de ye û bi milyaran pere ew bi dest xistin têra xwe ne bibandor e. Fêm kirin ku medyaya civakî bibandortir e. Hewl didin ku medyaya civakî têxin bin kontrol xwe. Ev qanûn bi mantiqa 'Eger tiştekî li hemberî me bê kirin em wan bidarizînin, ceza bikin û bavêjin girtîgehê' hatiye amadekirin."   Dûran diyar kir ku desthilat dê bi qanûna sansûrê nikaribe pêşî li ber hilweşîna xwe bigire, lê tenê dikare wê hinekî taloq bike. Dûran anî ziman ku hemû hêzên siyasî yên desthilatdariya wan ji dest wan çûye êrişkar bûne. Dûran detsnîşan kir ku li Tirkiyeyê desthilata heyî gava biçe dê bi sûcine girna bê darizandin û wiha got: "Yên li ser desthilatdariyê naxwazin vê rîskê bigirin. Ji bo desthilatdariya xwe bidomînin, bi vî rengî hewl didin ku muxalefetê bitepisînin, nehêlin karên derqanûn û nerewa bên bihîstin."    Dûran anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek saziyên çapemeniyê rasterast an jî nerasterast di bin kontrola "Qesrê" de ne û got, ev saziyên çapemeniyê her tim propagandaya hikûmetê dikin.   Dûran bilêv kir ku li Tirkiyeyê hebûna siyasî ya kurdan û çalakiyên wan ji hemû muxalîfên din cudatir e û got, têkiliyên kurdan yên bi desthilatê re xwe disipêrin nakokiyeke strukturel. Dûran destnîşan kir ku di navbera hebûna kurdan û dewleta tirk de bi taybetî ji sala 1925’an û vir ve pevçûn û nakokiyeke nelihevatinê heye û got: “Ji ber ku pêkhateya siyasî ya kurd li dijî cewherê desthilata tirk e. Ev cewher çi ye? Înkarkirina kurdan û hebûna wan e." Dûran destnîşan kir ku partiyên din ên li welêt ên wekî CHP, ÎYÎ Partî û DEVA di mijara pirsgirêka kurd de ji hikûmetê cudatir nafikirin û wiha got: “Lewma di warê konjonkturî de hin muxalifbûna wan heye, lê di warê meseleya kurd de di navbera AKP’ê û muxalefeta fermî de tu cudahî nîn e. Muxalefeta kurd jî ne konjekturî ye. Kurd ji ber atmosfera heyî mixalifiya rejîma qesrê nakin, muxalefeta kurd ji sala 1925’an ve muxalefeteke strukturelî ye."    ‘MUXALEFETA HEQÎQÎ ÇAPEMENIYA KURD E'   Dûran diyar kir ku muxalefeta rasteqîn ne bi awayekî konjukturî, bi muxalefeteke ji ber sedemên strukturelî çêdibe û wiha axivî: “Çapemeniya kurdî li gorî min weki muxalefeta rastîn xuya dike. Ji ber ku li Iraqê zimanê kurdî wekî li Tirkiyeyê nehatiye qedexekirin, çapemeniya kurdî li wir hîn zûtir pêş ketbû û mezin bûbû. Mixabin medyaya kurdî li Tirkiyeyê hîn ciwan û ne temenmezin û bi tecrube ye, lê hevkarên me yên kurd hene ku di şert û mercên pir dijwar de karine pir serkeftî dikin. Çapemeniya kurd ku xebatkarên wê heya dawiyê nûçeya avêtina gundiyan a ji helîkopterê şopandin û kirin ku ev rastî li tevahiya civakê belav bibe, ji bo me hemûyan li Tirkiyeyê roleke pir girîng dilîze."   ‘ÇAPEMENIYA KURD DESTHILATÊ NERIHET DIKE'   Dûran destnîşan kir ku çapemeniya ku ne girêdayî muxalafetê û ji wan serbixwe, desthilatê pir nerihet dike û got: “Desthilat, çapemeniya qesrê nikare rabe ji çapemeniya kurd re bibêje 'hûn CHP'î ne.' Ne ji ber ku ne wisa ye. Em bûne şahid ku çapemeniya kurdî dema ku pêwîst be rexneyên pir tund û durist li CHP'ê dike. Her wiha çapemeniya kurdî bi bi girtina wêne û dîmenên zilm û çewisandina li herêmê desthilatê nerihet dike û ev tiştekî pir asayî ye."   TÊKOŞÎN   Dûran bertek nîşanî girtina 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin da û got: “Ev rewşeke gelek acîz e." Dûran anî ziman ku beriya niha ew û çend rojnamevanên hatine girtin bi hev re xebitîne û got: "Ma ev duh bûne 'endamên rêxistinê'?" Dûran destnîşan kir ku tiştên rojnamevan pê hatine sûcdarkirin tiştine nepêbawer in.    Dûran di dawiyê de anî ziman ku têkoşîna ji bo parastina azadiya çapemeniyê qels e û got, divê têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê berfirehtir bibe.