Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin 2022-07-22 20:30:04   AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li Zaxoyê daxuyanî da. HDP'ê êrişa Tirkiyeyê ku tê de 9 kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bûbûn bi tundî şermezar kir.   Artêşa Tirkiyeyê di 20'ê Tîrmehê de gundê Perexê yê Zaxoyê bombebaran kiribû. Di bombebaranê de zarok û jin jî di nav de 9 kes hatibûn qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûbûn. Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Amedê têkildarî mijarê li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê daxuyanî da.  Endam û revebirin HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlementerên HDP'ê Remziye Tosun û Dersîm Dag, sazî û partiyên siyasî yên bajêr û gelek welatî tev li daxûyanî bûn. Di daxuyanî de pankarta li ser 'Em komkujiya Zaxoyê şermezar dikin' nivîsandî hat vekirin û wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Her wiha di daxuyaniyê de dirûşmeyên 'Em rê nadin faşîzmê' û 'Wê hesabê êrışê were bipirsin' hatin berzkirin.    Beriya daxûyaniyê Hevseroka HDP' yê Amedê Gulistan Atasoy axivî. Atasoy bi lêv kir ku li ber çavê cîhanê ew qetlîam hatiye kirin lê Tirkiye têkîldarî mijarê bêdang maye. Atasoy diyar kir ku dê pêşiya van qetlîaman bi aşti û demokrasî bê girtin û qetlîamê bi tundî şermezar kir.   'EM Ê HESAB BIPIRSIN'   Pîştî Atsoyê Parlementera HDP'ê Dersîm Dag axivî. Dag anî ziman ku li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê 9 sîvîl ji ber polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê yê dijkurd hatine qetilkirin û wiha got: "Yên ku li dijî kurdan û destkeftiyê kurdan êrişan pêk tînin kujer bixwe ne. Ew kuştina sîvîlan encama polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê ye. Yê ku di dîrokê de komkûjiya Zîlanê, Dersimê, Pirsûsê pêk anîn îro em dibînin ku êrişî Rojavayê, Şengalê, Mexmûrê û Zaxoyê dikin. Ji bo ku êriş were sekinandin, divê îradeya gelê kurd were nasîkirin û dev jî wan polîtîkayên şer bên berdin. Em dibînin ku li ku dere serkeftiyeke gelê kurd hebe desthilat êrişî wir dike lê çi dibe bila bibe em ê li ber xwe didin. Em qetlîaman qebûl nakin û em ê hesap jî bipirsin."   Axaftina Dersîm Dag ji aliyê polîsan hat asteng kirin. Polîsan bi mertalên xwe pêşiya rojnamevanan jî girtin û xwestin daxûyanî di nîvî de biqede, lê girseyê jî li hemberî vê yekê dirûşmeyên 'Zext nikarin me asteng bikin' berz kir.