Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin 2022-07-22 16:29:06 STENBOL - Deriyê DÎYADER'ê ku bi hinceta xutbe û weazên bi kurdî dane derbarê wê de doz hatibû vekirin, hat mohrkirin. Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 1'ê ya Bakirkoyê di 28'ê Hezîranê de di danişîna biryardayînê ya doza girtina Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Alimên Dînî (DÎAYDER) ku li Stenbolê xebatên xwe dimeşand, "ji bo tedbîrê" biryar dabû ku xebatên komeleyê bên sekinandin. Ji ber vê biryarê polîs çûn avahiya komeleyê ya li Şîrînevlerê û deriyê komeleyê mohr kirin.   HATIBÛN BINÇAVKIRIN   Di 3'yê Tîrmehê de Serokê DÎAYDER'ê Ekrem Baran jî di nav de 27 kes bi hinceta ku xutbe û weazên bi kurdî dane hatibûn binçavkirin. Ji 27 kesên ku 7 rojan di bin çavan de hatibûn girtin Alî Fuat Hatîp, Aydin Ayhan, Enver Karabey, Mehmet Înan, Mehmet Emîn Aslan, Nezîr Erdemci, Ekrem Baran, Hafîk Tunç û Sefa Mehmetoglû bi hinceta xutbeta bi kurdî, nimêja înê ya sivîl û xebatên komeleyê hatibûn girtin û 18 kesên din jî hatibûn berdan.   Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, piştî 6 mehan îdianame amade kiribû û pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê kiribû û dadgehê jî îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de 23 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" û "bi zanebûn û dildarî alîkariya ji bo rêxistinê" hatibûn tawanbarkirin û derbarê 5 kesan da jî biryara neşopandinê hatibû dayîn.    Piştî îdianame hatibû belavkirin, ji ber 4 kesên ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de dixebitîn û di heman demê de endamên DÎAYDER'ê bûn, Wezareta Karên Navxweyî derbarê van kesan de lêpirsîn dabû destpêkirin.   Ji 4 endamên DÎAYDER'ê Mehmet Înan çendî bi îmtihanê li şaredariyê bi cih bûbû jî, lê ev yek di îdianameyê de wekî "sûc" hatibû hesibandin. Her wiha axaftina Înan a bi Serokê DÎAYDER'ê Ekrem Baran re ku gotibû şaredarî ji bo kar gazî wî dike, here yan na jî wekî "hiyerarşiya nava rêxistinê" hatibû pênasekirin.   Dadgeha Cezayê Giran a 14'an ku Baran û 9 endam û rêveberên komeleyê bi awayekî girtî lê tên darizandin, di danişîna 27'ê Kanûna 2021'ê da biryar dabû ku ji Midûriyeta Şaxa Karên Hiqûqê ya Walîtiya Stenbolê muzakere bê nivîsandê bê ka derheqê komeleyê de lêpirsîneke îdarî heye yan na. Mifetşiya Milkiyeyê ya Wezareta Karên Navxweyî di 162ê Sibata 2022'ê de bersiva muzakereyê dabû û îdia kiribû xebatên komeleyê li gor xala 2'yan a tuzuka komeleyê ne.    DOZA GIRTINÊ   Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî îdia kiribû ku komele bereksê tuzuka komeleyê hereket kiriye. Ji ber ku DÎAYDER li Şîrînlevlerê bû Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê têkildarî mijarê lêprisîn dabû destpêkirin û dawanameya ji bo girtina komeleyê ji Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Bakirkoyê re şandibû. Dozger di dawanameyê de derpêş kiribû ku nivîsên rêvebirên komeleyê yên di kovara "Ronahî"yê de "serîhildanê teşwîq" dikin.    DERIYÊ WÊ HAT MOHRKIRIN    Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 1'ê ya Bakirkoyê di 28'ê Hezîranê de di danişîna biryardayînê ya doza girtina DÎAYDER de ku li Stenbolê xebatên xwe dimeşand, "ji bo tedbîrê" biryar dabû ku xebatên komeleyê bên sekinandin. Ji ber vê biryarê polîs îro çûn avahiya komeleyê ya li Şîrînevlerê û deriyê komeleyê mohr kirin.