Kesek li Amedê hat binçavkirin 2022-07-22 15:05:19   AMED - Vê serê sibehê polîsan bi ser mala welatiyê bi navê Selahattîn Can de girtin û ew kirin binçavan.    Polîasan vê sibehê bi ser mala welatiyê bi navê Selahattîn Can ê li semta Dîclekenta Amedê de girtin. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û pişt re Can kirin binçavan û ew birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.