Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye 2022-07-22 13:44:47 MÊRDÎN - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Mêrdînê têkildarî Qetlîama Zaxoyê axivî û got: “Çareserî ne di polîtîkayên şer de ye, çareserî muzakere ye.”    Qetilkirina yek jê pitik 9 welatiyan a li Zaxoya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hat, li Mêrdînê hat şermezarkirin. Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrdînê û navçeyên wê bi awayek hemwext daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevka HDP’ê û Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay tev li daxuyaniya li ber avahiya HDP’a Mêrdînê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Qetlîama Zaxoyê Roboskiya duyemîn e” hat vekirin.    'ROBOSKIYA DUYEMÎN E’    Ebrû Gunay di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku welatiyên li seyranê bûne hatine bombebarankirin û wiha got: “Bêguman ev qetlîama ewil a Tirkiyeyê ye. Em vê qetlîamê ji Roboskî nas dikin. Ji ber vê yekê em dibêjin Qetlîama Zaxoyê, Qetlîama Roboskiya duyemîn e. Heke kujerên Roboskî bihatina eşkerekirin û cezakirin dê îro Qetlîama Zaxoyê pêk nehata. Heke qetlîamên din bihatana ronîkirin, dê li ser vê axê polîtîkayên şer serwer nebûya. Lewma divê her qetlîam were ronîkirin da ku qetlîamên nû nebin. Em dibêjin divê teqez berpirsiyarên siyasî yên van qetlîaman hesab bidin da ku qetlîam li ser me dubare nebin. Çareserî ne di polîtîkayên şer de ye, çareserî muzakere û diyalog e. Çareserî pêkanîna aştiyê ya li ser vê axê ye. Em carek din wek HDP’ê vê qetlîamê şermezar dikin û heta ku faîl hesab bidin wê têkoşîna me berdewam bike.”