Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin 2022-07-22 12:42:14   AMED - Baroya Amedê bertek nîşanî komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê dabû û bûbû hedefa derdorên desthilatdariya AKP-MHP’ê. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin.    Baroya Amedê derheqê komkujiya Tirkiyeyê ya li gundê Perex ê Zaxoyê daxuyanî dabû û komkujî şermezar kiribû. Bi vê daxuyaniyê re derdorên desthilatdariya AKP-MHP’ê jî Baroya Amedê hedef nîşan dan. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê baroyê de lêpirsîn da destpêkirin.    DAXUYANIYA BAROYÊ    Li ser hesaba medyaya civakî ya Baroya Amedê ev peyam hatibû parvekirin: “Di encama bombebarana TSK’ê ya li dijî Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê de zarok jî di nav de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Mîna li Roboskê, dema mijara behsa xeberê dibe kurd, hiqûqa mirovîn bênirx dibe. Em ji malbatên qurbaniyan û ji Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Baroya Amedê ji bo ku berpirsyarên vê êrişa ku bûye sedema kuştina sivîlan bên tespîtkirin û cezakirin dê serlêdanê bike û pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bişopîne.”