Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn 2022-07-22 12:40:26   ŞIRNEX - Ji ber çêkirina Rêya Hevrîşmê ya navnetewî bi hezaran wesayît sekinin û dirêjahiya wesayîtan gihîşt kîlomtereyan.    Ji bo çêkirina Rêya Hevrîşmê ya di navçeyên Cizîr û Sîlopiya yên Şirnexê de derbas dibe li kîlomtereya 32’yemîn di sala 2019’an de îhaleya wê hat kirin. Divê rê di nava 500 rojî de temam bûbûya. Lê belê di van 4 salan de tenê beşek 10 kîlomtereyan a rê hat qedandin. Bi salane ji ber çêkirina rê wesayît disekinin û bi kîlometreyan wesayît li pey hev rêz dibin. Ji ber çêkirina rê îro dîsa wesayît bi kîlometreyan rêz bûn û sekinînin.    Rêwî û şofêr tevî germahiya 50 pilehî jî disekinin.