Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin 2022-07-22 10:00:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekitiya Jinên Kurd bomberana Zaxoyê şermezar kir û got: "Divê dagirker ji çar parçeyên Kurdisyanê derbikevin û kurd yekitiya xwe ava bikin."    Tirkiye roja 20'ê mehê li gundê Perex ê bi ser navçeya Zaxoya Herêma Kurdistanê ve qada seyrangehê topbaran kir û di encama topbaranê yek jê pitik 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dan û û 29 kes jî birîndar bûbûn. Vê êrişa Tirkiyeyê di serî de li Kurdistan û Iraqê û li gelek deverên dinyayê tê şermezarkirin. Hêrs û nerazîbûna li dijî qetlîamê berdewam dike.    Platforma Yekitiya Jinên Kurd jî li dijî komkujiyê daxuyaniyek nivîskî parve kir û qetlîamê şermezar kir.    Daxuyaniya Platformê wiha ye:    "Li Zaxoyê, li Herêma Kurdistanê, zarok û jin jî di nav de, gelek welatiyên Iraqê û Kurdistanê di topbarana artêşa Tirk de hatin kuştin û birîndarkirin. Em di vê komkujiyê de ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.     Bi salane li her çar herêmên Kurdistanê bi sedan sivîl ji hêla dagirkeran ve hatine qetilkirin, ji Roboskî heya Şengalê ji Efrînê heya Maxmurê bi dehan caran bi topbarana dagirkeran jin û zarok di nava malên xwe de hatin qetilkirin.   Bi salane em li her çar parçeyên Kurdistanê bang dikin ku şer bê sekinandin û di nav hemû hîzbên kurdan de yekitiyek bê avakirin. Di vê bi awayek lezgînî ev dagirker ji her çar parçeyên Kurdistanê derkevin. Ji bo vê divê di serî de em jinên Kurd dengê xwe bilind bikin û hemû saziyên cîhanê yên li dijî şer agahdar bikin. Em wek Platforma Yekitiya Jinên Kurd vê êrişa li ser sivîlan hatiye kirin şermezar dikin.    Li dijî kuştina sivîlan, talankirina Kurdistanê em bang li jinên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî vî şerê qirêj bertek nîşan bidin, têkoşîna yekitiya jinên kurd û gelê kurd xurttir bikin."