Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje 2022-07-22 09:03:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê YNK'ê Zikrî Zêbarî ku bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li ser gundê Perex ê Zaxoyê da Tirkiyeyê wekî "dagirker" pênase kir û got: "Divê neyê hiştin ku dijminên kurdan her roj sivîlan bikujin."   Di encama bombebarana Tirkiyeyê de li qada geştiyarê ya li gundê Perex ê bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistana Federe, yek jê pitik 9 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 29 kes jî birîndar bûbûn. Bertekên li dijî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî sivîlan dewam dikin. Iraqiyên ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyê didin, ji duh na pêr ve li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê xwepêşandanên protestoyî li dar dixin. Iraqî dixwazin Balyozxaneya Tirkiyeyê bê girtin. Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê jî ku piştî êrişê demildest civiya bang li Tirkiyeyê kir ku lêborînê bixwaze û xwest hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê derxîne.   Parlamenterê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Zîkrî Zêbarî jî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da.    ‘EV ÊRIŞEKA DAGIRKERIYÊ YE'   Zêbarî ku Tirkîyeyê wekî "dagirker" pênase kir û got li Perexê 9 sivîl ji ber topbarana artêşa tirk hatine kuştin. Zêbarî da zanîn ku welatiyên ku di êrişa li Perexê de jiyana xwe ji dest dane ji bo seyranê ji Bexda, Heleb û Besrayê hatine herêmê û got: “Ez vê êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikim. Ev êrişên li dijî gelê me yê sivîl her roj tên kirin. Berê jî êrişên bi heman rengî li ser qadên geştê hatibûn kirin. Divê Başûrê Kurdistanê vê êrişa dagirkeriyê qebûl neke. Şeva borî iraqiyan jî xwe nîşan da. Li 12 baregehên Tirkiyeyê 12 alayên Tirkiyeyê daxistin. Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê hat şewitandin. Ez kesên ku ev yek kirin pîroz dikim."   Zêbarî destnîşan kir ku Tirkiye bi van êrişan dixwaze Başûrê Kurdistanê tune bike û wiha axivî: "Kurdên li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê Kurdan ji xwe re dike hedef. Divê hikûmet û parlamentoya herêmê li hev bicivin û vî destê dirêjî Başurê Kurdistanê bûye ve rawestînin. Divê destûr neyê dayîn ku kes bikeve Başûrê Kurdistanê. Her roj kuştina gelê me pirsgirêkek mezin e. Divê hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, hikûmeta herêmê û parlamenterên Kurdistanê vê êrişê qebûl nekin.”   ‘PDK DIVÊ XWEDÎ HELWESTEKA ZELAL BE'   Zêbarî bang li Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û wiha got: “Pêwîst e PDK jî bi tundî vê êrişa li ser Başurê Kurdistanê şermezar bike û berteka xwe nîşan bide. Ev êrişa li ser Kurdistanê ne êrişa yekem e. Divê ev êrişa dagirkeriyê neyê qebûlkirin. Gelê Başûr jî vê yekê qebûl nake. Divê neyê hiştin ku dijminên kurdan her roj sivîlan bikujin."   ‘KOMKUJÎ JI ALIYÊ ARTÊŞA TIRK VE HAT KIRIN'   Zêbarî destnîşan kir ku divê sînorên Herêma Federal a Kurdistanê neyên binpêkirin û di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîst e hemû gelê kurd li her 4 parçeyan bibin yek. Bi salan e zarokên me ji bo vê xakê canê xwe dane. Ji bo gelê kurd û axa kurd canê xwe feda dikin. Kes ne dostê me ye. Em kurd divê em yekîtiya xwe mîsoger bikin. Ev êriş teqez êrişa artêşa tirk e. Hem êrişa duh li Zaxo, hem jî êrişên li Bamernê û yên din ji aliyê artêşa tirk ve hatin kirin. Sivîlên me hatin qetilkirin. Tirkiye dixwaze van êrişan bavêje ser PKK’ê. Gelê Başûrê Kurdistanê vê yekê baş dizane. Dizane ku qetlîama sivîlên li Başûr bi destê Tirkiyeyê hatiye kirin. Pêwîst e parlamentoya Kurdistanê civîneke lezgîn li dar bixe. Divê balyozê Tirkiyeyê were meclîsê û ev dagirkeriyê rawestîne."