Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin 2022-07-21 22:10:29 ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di xwarina piştgiriyê ya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de diyar kir ku polîtîkayên şer li Tirkiyeyê bûne sedema hilweşandinê û got, êdî divê em pêşî li ber vê desthilatê bigirin ku van polîtîkayan bi awayekî qeterehmî pêk tîne.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, li xwaringeheke Bayrakliyê xwarina piştgiriyê da. Parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî, malbata Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin, çalakgerên Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş, Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û nûnerên partî û saziyên li bajêr û gelek kes tev li xwarinê bûn.   Hevserokên HDP'ê yên navçeya Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan ewilî axivîn. Her du hevserokan malavayiya beşdaran kirin û gotin: "Em hêvîdar in ku ev xwarina hevgirtinê wê bibe wesîleya mezinkirina nirxên me. Em ê vê hevgirtinê veguherînin  kulmeke şidiyayî û rê hem dost û dijminan bidin."   BANGAWAZÎ JI BO YEKÎTIYÊ   Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Sancar diyar kir ku polîtîkayên şer Tirkiyeyê hilweşandine û gelan ber bi xizaniyê ve birine. Sancar destnîşan kir ku ew komkujiya li Zaxoyê careke din şermezar dikin û got: "Ji bo eşkerekirina rastiya vê komkujiyê û hesabpirsîna ji berpirsyaran em ê têkoşînê mezin bikin. Ev komkujî Roboskî tîne bîra mirov. Desthilatdarên îroyîn bûne mertalê parastinê li hember sûcdaran û ev dosye girtin. Heta ku ev birîn neyên pêçan û cebirandin, em nikarin li vî welatî aştiya civakî pêk bînin. Ji bo vê jî pêdiviya me bi destpêkek nû heye ku ji siyaseta şer xalî. Li dijî şer pêwîstî bi avakirina yekitiya herî mezin heye. Çareserî ne bi şer, bi aştî û siyaseta demokratîk pêkan e."   ‘ÇARE EM IN'   Sancar ku got "Divê em vê zîhniyeta dibe sedema heman êşa biguherînin" diyar kir ku beriya her tiştî divê her kes pêşî li ber vê desthilatê bigire ku van polîtîkayên qeterhmî pêk tîne. Sancar anî ziman ku ew ê dev ji hewldanên xwe yên ji bo çareserî û têkoşîna ji bo serdestkirina siyaseta demokratîk bernedin û got: “Ji bo çareseriyê divê em mezin bibin, xurt bibin û têkoşîneke hevpar bimeşînin. Divê hêzeke wisa ya gel hebe ku pergal nikaribe li dijî vê hêzê tevbigere. Dema ku em dibêjin 'çareserî em in', em li dijî îmha û înkarê siyaseta demokratîk diparêzin û yên vê yekê binîn jî em in."   KRÎZA ABORÎ   Sancar behsa krîza aborî û talana ekolojiyê jî kir û got: “Her ku xizanî û birçîbûn berbelav dibe, zengîniya sermayedaran jî zêde dibe. Divê em dawî li vê plana talanê bînin. Li hemberî çavakaniyên ji şer, alîgiran, rantê û îsrafê tê terxankirin, polîtîkatek divê. Em li her derê ji bo agirê ku niha ji Çeşmeyê heta Datçayê belav bûye û pişikên me dişewitîne bûn av û em li her derê ne û em ê li her derê bin jî. Divê were zanîn ku jiholêrakirina sedema vê talana şewatê wê çareyê bi xwe re bîne. Em ê tevî gundiyên ku ji bo parastina xwezayê têdikoşin xwezayê, robaran, daristanan û ekolojiyê biparêzin."    Sancar bang li endamên partiyê kir ku bi kesên xwedî pêşdaraz in li hemberî HDP'ê re diyalogê deynin û got: "Çareseriya ku nefretê ji vî welatî ji holê rabike ev e. Me di qetilkirina Denîz Poyrazê de mînaka herî êşbar a nefretê dît. Di danişînan de em kînek kûrtir dibînin, em dibînin bê bêedaletî û nefret çi qasî di nav hev de ne. Hevrêya me Denîz Poyraz ne tenê windahiyek mezin e, di heman demê de stêrkek e ku divê em di têkoşîna xwe ya edaletê de tu carî dest jê bernedin. Em êşa xwe venaguherînin hêrseke kor. Em êşên xwe diparêzin, lê ji bo jinûve avakirinê jî em wan wekî erkekê dibînin. Em dizanin ku hêza çareseriyê ya vî welatî em in. Em ê vê hêzê bi kar bînin da ku em pêşerojeke ku hemû beşên marjînal karibin tê de bi awayekî bir rûmet bijîn ava bikin.”   RÊXISTINBÛYÎN   Sancar anî ziman ku pêwîst e di dema pêş de rêxistinbûyîn bê berfirehkirin û got: “Divê em hemû sed qatî zêdetir bixebitin. Di vê serdemê de ji civakê re vegotina prensîb û armancên xwe pir girîng e. Divê em derî bi derî bigerin û bixebitin. Her yek ji me dê bibe hilgirê gotina xwe û her xebatkarekî me wê raya giştî ronî bike. Ger em bi vê baweriyê vî karî bimeşînin, em ê di demek nêz de rê li ber veguhertina demokratîk vekin. Em ji vê yekê bawer bikin."