Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin 2022-07-21 16:09:09 ENQERE - Nûnerê CPT Iraqê Kamaran Osman diyar kir ku bombebarana li gundê Perexê ji baregeha leşkerî ya Xamtirê ya aydê Tirkiyeyê hatiye kirin.    Artêşa Tirkiyeyê duh li dijî seyrangeha li gundê Perex a bi ser navçeya Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê ve bombebaran pêk anîbûn. Di qetlîamê de yek jê pitik 9 geştiyarên ereb ên ji Iraqê canê xwe ji dest dabûn û 23 kes jî birîndar bûbûn.    Nûnerê CPT Iraqê Kamaran Osman ji ajansa me re axivî û êrişê nirxand. Osman destnîşan kir ku leşkerên tirk ên li Baregeha Xamtirê ya li Zaxoyê seyrangeha gundê Perexa Zaxoyê çar caran topbaran kirine. Osman anî ziman ku bombebaran li gundê geştiyariyê Perexê pêk hatiye û li vî gundê 30 malbat dijîn. Osman destnîşan kir ku leşkeran ji baregeha li Xamtirê êriş bi ser geştiyaran ve birine û di encama vê topbaranê de 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dane. Osman da zanîn ku leşkerên tirk zextan li ser gund dikin ku gundî dest ji mal û milkên xwe berdin û gund terk bikin.