Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn 2022-07-21 15:06:36   ÊLIH - Li Êlihê wesayîtekê li welatiyên ku li rawestgehê disekiniyan xist. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.    Wesayîta bi plakaya 34 RY 834 a ku li ser rêya di navbera Sêrt - Êlihê de hereket dikir, piştî ku ajokar hakîmiyeta dîreksiyonê winda kir, ber bi welatiyên ku li rawestgehê disekiniyan ve çû û li wan xist. Di encama qezayê de 7 welatî birîndar bûn. Welatiya bi navê Çaglar Dînçer a 19 salî ku yek ji birîndaran bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, jiyana xwe ji dest da.    Tedawiya 6 welatiyên din ên li nexweşxaneyê didome û hat destnîşankirin ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.