Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne 2022-07-21 14:59:29 ENQERE - Rojnameger Fehîm Işik diyar kir ku Tirkiyeyê li Zaxoyê sûcê şer kiriye û wiha got: “Rêveberiya başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî û PDK jî di nav de nikarin êdî helwesta xwe bidomînin. Neçarin ku li dijî vê bêperwatiya dewleta tirk xwedî helwestekî zelal bin. Sûc aşkera ye û heke tevî vî sûcî jî hevkariya xwe bidomînin, dê bibin şirîkên vî sûcî.”    Di êrişa Tirkiyeyê ya li dijî qada geştê ya li gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê de 2 jê zarok bi giştî 9 sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 29 kes jî birîndar bûn. Rayedarên Iraqê piştî komkujiyê rojek şîn ragihandin û bi daxuyaniyên xwe Tirkiye şermezar kirin.    Nivîskarê Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Fehîm Işik, têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê û daxuyaniyên rayedarên PDK û Hikûmeta Iraqê nirxand.    Rojnameger Işik diyar kir ku Tirkiye polîtîkaya êrişên li dijî kurdan xistiye meriyetê û wiha got: “Tirkiye di van demên demê de ji bo van êrişan ji derfetên bêdawî yên PDK’ê pêşkeşî wan kirine sûd digire. Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê zêdetirî 40 baregehên leşkerî ava kirine. Gelemperiya van baregehan jî li herêma Behdînan a di bin kontrola PDK’ê de ne. Îstîxbarata Tirkiyeyê li navendên bajaran bi awayekî vekirî xebatan dimeşîne. Zextekî giran a aboriyê li ser Başûr dikin. Hinek kesên di nava PDK’ê de li dijî PKK’ê bi Tirkiyeyê re têkiliyên gelek xurt ava kirine.”    'MIROV NIKARE PARA PDK’Ê PAŞGUH BIKE’   Işik, destnîşan kir ku Tirkiye bi saya hinek kesên di nava îstîxbarata PDK’ê de bibandor, li dijî kurdan, sivîlan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê û Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişan pêk tîne û wiha domand: “Dema mirov van tevan dide ber hev, digihije wê qenaetê ku mirov nikare di êrişên bêperwa yên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê de para PDK’ê paşguh bike. Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de PKK’ê sûcdar dike. Dibêje ku tirk li dijî PKK’ê êrişan dikin û sedema van êrişan jî PKK ye. Hinek daxuyanî jî piştî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê hatin dayîn. Yek ji wan jî ya Berpirsyarê Karên Derve yê Başûrê Kurdistanê Sefîn Dizayî bû. Dizayî xwest ku komîsyoneke lêkolînê ya Tirkiye di nav de were avakirin. Dizayî, di têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re de kesê sereke ye. Heta navberekê nûnerê Enqereyê bû.”    'CUDAHIYÊN DI NAVA PDK’Ê DE’   Bi domdarî Işik bal kişand ser daxuyaniya Biryargeha Barzanî ku bi ser navê Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî hatiye weşandin û ev nirxandin kir: “Mesûd Barzanî bi awayekî vekirî got ku komkujî di encama topbarana Tirkiyeyê de hatiye kirin. Dema em van tevan didin ber hev, dibînin ku di nava PDK’ê de cudahî heye. Her wiha Nêçîrvan Barzanî dewleta tirk şermezar kir û got ku êriş ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Tirkiyeyê êrişên xwe yên li dijî herêmê û komkujiyên li dijî sivîlan zêde kirin. CPT’yê got ku ji tebaxa 2015’an heta niha 138 sivîl li Başûr hatine kuştin. Tirkiyeyê tevî vê jî nekarî tişta dixwest bi dest bixe. Lewma hewl da berê kurdan bide hev.”   'PDK NIKARE VÊ HELWESTA XWE BIDOMÎNE’   Fehîm Işik, da zanîn ku ji ber hevsengiyên siyasî yên li Başûr, Tirkiyeyê nekarî polîtîkaya şerê navxweyî yê kurdan bi ser xîne û axaftina xw wiha bi dawî kir: “Xetereya heyî ji holê ranebû lê pêşî lê ber hat girtin. Dema mirov bertekên piştî êrişa li Zaxo derketin dinihêre, dibîne ku dê rewşa heyî biguhere. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî û PDK jî di nav de, êdî nikarin heman helwesta xwe bidomînin. PDK neçare ku li dijî vê bêperwatiya dewleta tirk xwedî helwestekî zelal be. Sûcên wan ên şer pir aşkerayî derket holê û vê jî ew dan zorê. Lewma serî li rêya înkarê da. Sûc aşkera ye û heke tevî vê jî PDK hevkariya xwe bidomîne dê bibe şirîkê sûc. Ji ewil gel bertek nîşanî komkujiyê da. Piştî berteka Tevgera Sadrê, gelê Iraqê berê xwe da nûnertiyên Tirkiyeyê yên li Bexda û Necefê. Piştî berteka gel jî hemû komên siyasî bertekên tund nîşan dan. Li Iraqê her çend ku krîza hikûmetê hebe jî, Tirkiye êdî nikare ewqas bêperwa tevbigere. Ji ber ku yên nêzî Tirkiyeyê jî bertek nîşan dan.”