Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive 2022-07-21 14:07:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva komkujiya ku Tirkiyeyê li Zaxo kiriye bicive.    Parlamenterên iraqî li dijî komkujiya Tirkiyeyê ya li gundê Perex a navçeya Zaxoyê ku di encamê de 2 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin, ketin nava liv û tevgerê. Li ser banga çend parlamenterên Iraqê, Parlamentoya Iraqê biryar da ku di roja şemiyê de bi rojeva awarte bicive. Tê payîn ku Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî jî dê tev li vê civînê bibe.