Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye 2022-07-21 13:58:05 RIHA - Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike û nobeda malbatê ket roja 500’emîn.  Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Dadgeha Rihayê ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve daye destpêkirin ket roja 500’emîn. Dayik û lawê xwe vê sibehê dîsa ji navçeya Pirsûsê hatin ber Dadgeha Rihayê û dest bi nobedê kirin.    Ferît Şenyaşar diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo edaletê ji aliyê tevahiya dinyayê ve hat bihîstin û wiha got: “Bi vê têkoşîna me êdî her kes hemû rastiyan û heqîqetê hîn bû. Daxuyaniyên Waliyê Rihayê ya têkildarî doza me hê jî li ser malpera walîtiyê tê dîtin. Daxuyaniya Wezîrê Çandiniyê yê wê serdemê ya derbarê doza me de heye. Gelek parlamenterên AKP’ê bi me re hevdîtin kirin û anîn ziman ku em di doza xwe de mafdar in. Tevî ku hemû rastî tên zanîn jî hê jî edalet bicih nehatiye. Ji ber vê yekê jî têkoşîna me ya edaletê berdewam dike.”    ‘ŞERMA DEWLETÊ YE’   Ferît Şenyaşar bal kişand ser temenê dayika xwe Emîne û got: “Li ber edliyeyê emrê wê qediya. Ev şerma rayedarên hemû Tirkiyeyê û dewletê ye. Bila demildest edalet pêk were. Bila birayê min Fadil Şenyaşar bê berdan.”    DI TÊKOŞÎNA MAF DE ROJA 500’EMÎN    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî vê peyamê belav kir: “Em li cihê rast disekinin. 500 roj in em têkoşîna maf didin. Heta ku edalet bicih were dê nobeda me berdewam bike. #JiBoMalbataŞenyaşarEdalet ji bo her kesî edalet.”