Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin 2022-07-21 13:42:15 WAN - Ketina Grava Axtamarayê ku yek ji cihên dîrokî û girîng ên Wanê ye, hat zemkirin. Rênîşanderê tûrizmê Murat Beyaz anî ziman ku mesrefa serdana giravê ya malbatekî ji 4 kesan pêk tê ji hezar lîreyan derbas dibe.  Girava Axtamarayê yek cihên dîrokî û girîng a Wanê ye ku cihê geştiyariyê ye. Heqê ketina gravê hat zemkirin. Bihayê ketina giravê 60 lîre û bihayên keştiyê yên çûna giravê jî bû 50 lîre. Serê kesê ku dixwaze biçe giravê divê 110 lîreyan ji ber çavan derxe. Ji xeynî wê bihayê geşta Keleha Wanê û Muzeyê jî bû 20 lîre.   JI HEZAR LÎREYÎ DERBAS DIBE   Rênîşanderê tûrîzmê Mûrat Beyaz bertek nîşanî zemên hatine kirin da û wiha axivî: “Îsal du caran zem hat ser bihayê warên dîrokî. Ev rewş ji bo kesên ku dixwazin geştê bikin, dibin astengî. Qet nebe bajarekî wekî Wanê xizan de ev bihakirin bihatana sekinandin. Mirovên ku nikarin zikê xwe têr bikin dê çawa karibin warên dîrokî bigerin. Malbatekî ji 4 kesan pêk tê dema ku siwarî keştiyê bû û çû giravê divê 440 lîre pereyan bide. Dema ku ev malbat ji navçeya Westanê dikeve rê û diçe giravê mesrefên wan ji hezar lîreyan derbas dibe. Ger ku malbat bixwaze li giravê tiştekî xwarinê bixwe an jî çayekî vexwe jixwe nikare ji bin mesrafan derbikeve."