Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne 2022-07-21 09:03:19 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku ji bo daxwazên parêzvanên mafên mirovan serokkomartiyê telefonî wan kiriye. Keskîn destnîşan kir ku ew vê yekê wekî 'veberhênana hilbijartinê' şîrove dikin û wiha got: "Li şûna ku telefonî me dikin, bila peymanên navneteweyî yên îmze danîne binî pêk bînin."   Çalakiya endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Dayikên Şemiyê ku her şemî ji bo aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û kiryarên wan bên cezakirin li Qada Galatasarayê ya Taksîmê li hev kom dibin, ji hefteya 700'emîn heya niha ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve bi hinceta “di çarçoveya civîn û xwepêşandan de nîn e" tê astengkirin. Parazvanên mafên mirovan û Dayikên Şemiyê ku hefteya 902’yemîn a çalakiyê li pey xwe hiştine, Qada Galatasarayê 202 hefte ye ji bo wan qedexe ye. Her wiha daxwazên parêzvanên mafên mirovan û Dayikên Şemiyê yên ji bo hevdîtina bi bi rayedarên hikûmerê re jî tim tên redkirin û gava diçin qada çalakiyê jî tim rastî tahdeyê û binçavkirinê tên.    Li aliyekî ev binçavkirin û tahde didomin, lê li aliyê din jî çend roj berê serokkomartiyê telefoni ÎHD a Şaxa Stenbolê kiriye. Serokkomartiyê ji parêzvanên mafên mirovan pirsiye bê ka daxwazên wan çi ne.   Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn zextên li ser Dayikên Şemiyê parêzvanên mafên mirovan nirxandin.     ‘FERASETA DEWLETÊ'   Keskîn diyar kir ku ÎHD ku piştî darbeya leşkerî ya sala 1980 hatiye avakirin, ji roja ku hatiye avakirin heya niha ji ber ku li dijî bîrdoziya  fermî ya dewletê ye, her tim bi zextên desthilatdaran re rû bi rû maye. Keskîn anî ziman ku li gel hemû zextên desthilatdaran jî ÎHD di qada navneteweyî de her tim komeleyeka pêbawer e. Keskîn bal kişand ser zextên li ser parêzvanên mafên mirovan û saziya wan jî  û diyar kir ku tu eleqeya zextên li ser wan bi guhertina desthilatdarên vî welatî re tune ye, ya tê kirin bi temamî bi feraseta dewletê ve girêdayî ye. Keskîn got: "Li gorî min nîqaşkirina van zextan a bi AKP'ê re tiştekî gelekî şaş e. AKP,  di salên 90'î de tune bû, lê di salên 90'î de rêbazên şerê qirêj bi awayekî hovane dihatin bikaranîn. Mirov di binçavan de hatin windakirin, cînayetên kontr gerîla hatin kirin, gund hatin valakirin û şewitandin, destdirêjî hatin kirin. Wê demê AKP tune bû. Yanî ez wisa difikirim ku bi mirova rabe her tiştî bi AKP’ê re bide ber nîqaşkirinê, wê ev yek dewletê bide jibîrkirin. Ji ber vê jî divê dewlet tu carî neyê jibîrkirin. Li gorî min ne desthilatdar, divê dewlet bê lêpirsînkirin."   SALÊN 90'Î   Bi domdarî Keskîn destnîşan kir ku desthilatdarên ku dewletê bi rê ve dibin tenê rêbazên çewisandinê guherandine û got "Zîhniyeta dewletê tu carî neguheriye." Keskîn bilêv kir ku bi taybet piştî hevkariya hikûmeta heyî ya bi MHP'ê re bi aqilê dewletê yê salên 90'î re rû bi rû mane û wiha domand: "Em bi salan e MHP'ê nas dikin. Ji ber ku şirîkê desthilatê ye em dizanin ku tu kes li welêt ne ewle ye. Di salên 90’î de windakirin û kuştin hebûn, lê di warê azadiya fikr û ramanê de em di rewşeke rehettir de bûn. Dadgehkirin hebûn, lê mirov wisa bi hêsanî nedihatin darizandin. Niha dema hûn diçin dozgeriyê îfadeyê didin, derhal der barê we de biryara girtinê tê dayîn. Bi ya min ya herî tirsnak ew e ku her kes bi fikar dijî. Mînaka herî mezin a vê yekê me di doza Denîz Poyrazê de dît. Berê dewletê digot 'me nekiriye', niha bi awayekî eşkere dibêje 'me kiriye' û 'em ê bikin jî.'"   Keskîn anî ziman ku Destûra Bingehîn a sala 1980'î hê jî di meriyetê de ye û got, bi vê Destûra Bingehîn re hin daxwazên rewa yên li welêt bi hincetên wekî "ewlehiya cemaweriyê" û "xetera parçebûnê" tên redkirin. Keskîn îşaret bi wê yekê kir ku ev rewş ji bo aliyên siyasî yên ku li welat rola mûxalefetê dilîzin jî kêrhatî ye ûgot, feraseta dewletê bi hemû partiyan re heye û destûra bingehîn a heyî li ber maf û azadiyan astengiyeke mezin e.    ‘EM NIKARIN DAKEVIN KUÇEYAN'   Di berdewamê de Keskîn diyar kir ku bi salane di her firsendê de li kuçeyan daxwazên gel tînin ziman û helwesta desthilatê ya li hemberî muxalefeta sivîl wiha nirxand: “Em ÎHD rêxistineke kolanan e. Me heta îro daxwazên xwe yên ji bo mafan li kolanan aniye zimên. Lê ÎHD ev demeke dirêj e nikare dakeve kolanan. Ev komele jî di avahîya xwe de hatiye asêkirin. Li kuçeyan daxwaza ji bo mafan mafekî destûrî ye, lê îro destûr nayê dayîn. Ev yek di salên 90’î de jî tune bû. Wê demê me dikaribû dakeviekolanan, wê demê wekî niha ev qas êriş li ser xwepêşandanên kolanan tune bû. Ez dibêjim salên 90’î, ji ber ku wê demê mirov pir dihatin windakirin û kuştin."    ‘ÇIMA DESTÛR NAYÊ DAYÎN'   Eren Keskîn destnîşan kir ku çalakiyên Dayikên Şemiyê tên astengkirin û wiha pê de çû: "Her kes dizane ku li vê erdnîgariyê û li cîhanê çalakiya herî rewa ev çalakî ye ku ev çalakiyeke bêdeng e. Li wir heqaret li kesî nayê kirin, dirûşme jî nayên berzkirin. Tevî ku her kes bi vê yekê dizane jî, lê 5 sal in destûra vê çalakiyê nayê dayîn. Çima destûrê nadin, ji lew re Dayikên Şemiyê bi çalakiyên xwe bi taybetî polîtîkayên şerê qirêj ên salên 90'î didin ber lêpirsînê. Binêrin, Serokomar Erdogan di dema pêvajoya çareseriyê de bi xwe gazî dayikan kir. Bi taybetî jî gazî dayika Berfo kir û guh da daxwazên wê. Desthilatê îro hemû xwepêşandan, daxuyanî û bûyerên ku wan polîtîkayên berê bibîr tînin qedexe kiriye. Lîstikvanê sereke yê windayan yê wê demê Mehmet Agar bû. Îcar Mehmet Agar niha li ku ye? Şi cem desthilatê ye. Ji ber vê destûrê nadin Dayikên Şemiyê. Yanî tu pêvajoyeke din nayê bîra min ku ev qas daxwazên mafan bi tundî hatibin tepeserkirin û civaka sivîl ew qas bêçare hatibe hiştin."   XEBATA HILBIJARTINÊ   Keskîn ragihand ku di nava vê mehê da serokkomartiyê du caran telefonî ÎHD a Şaxa Stenbolê kiriye. Keskîn bibîr xist ku bi salan e ji bo xizmên windayan ji serokkomartiyê doza randevûyê dikin, lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Keskîn têkildarî telefona serokkomartiyê jî ev tişt anî ziman: "Sedema vê lêgerîna wan ew e ku hilbijartin nêz dibe. Me her tim bi rayedarên dewletê re hevdîtin kirine, lê ev demeke dirêj e em nikarin randevûyê jî bıgırın. Pir ecêb e ku yên randevûyê nadin me telefoni me kirine. Ne mecbûr in telefonî me bikin û guh bidin daxwazên me. Lê i şûna ku telefonî me dikin, bila peymanên navneteweyî yên îmze danîne binî pêk bînin. Dewletê bi îmzekirina vê peymanê soz daye lê soza xwe bi cih nayne. Em dixwazin Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Peymana Neteweyên Yekbûyî bên pêkanîn."   MA/ Ergîn Çaglar