Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de 2022-07-20 21:57:04   ENQERE – Bombebarana Tirkiyeyê ya li gundê Perexê yê Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de cih girt.   Tirkiyeyê îro gundê Perexê yê Zaxoyê bombeberan kir. Di bombeberanê de 9 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn. Bombeberana Tirkiyeyê di çapemeniya cîhanê de jî cih girt.   WASHINGTON POST: ME BERSIVEK JI WEZARETÊ NEGIRT   Washîngton Postê di nûçeya xwe de destnîşan kir ku piştî bûyerê bi sedan kes çûne ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê û ew protesto kirine. Washington Postê di nûçeya xwe de ragihandiye ku wan hewl daye ji bo agahiyê xwe bigihînin Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, lê wezaretê bersiv nedaye wan.    REUTERS: DI ÊRIŞÊ DE PITIKEK 1 SALÎ HAT KUŞTIN   Ajansa Reutersê jî ragihand ku navendeke bêhnvedanê ya li quntara çiyayekî ji aliyê Tirkiyeyê ve bi tundî hatiye bombebarankirin. Reutersê di nûçeya xwe de ragihandiye ku di nav wan kesên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dane, pitikek yek salî jî heye.   ABC NEWS: HERÎ KÊM 4 CARAN HAT BOMBEKIRIN   ABC Newsê jî di nûçeya xwe de destnîşan kiriye ku Zaxo bajarekî nîvxweser ê kurdan e û gotiye, li gor hejmara fermî hejmara birîndaran 22 kes in, lê herî kêm 26 kes sewqî nexweşxaneyê hatine kirin û di nav kuştiyan de zarok jî hene.   Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî sivîlan ji aliyê saziyên çapemeniyê yên mezin ên wekî BBC, Gulf World, Arab News, Al-Monitor, France 24, Bloomberg, Spectrum News, Associated Press (AP), Al Jazeera û US Newsê jî ve hatiye ragihandin.