Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê 2022-07-20 16:02:53   AMED - Şandeya qeyûm a ku ji bo dewrgirtina Serokatiya CHP’ê ya Amedê hat ber deriyê avahiya partiyê, ji hêla CHP’iyan ve hate astengkirin û bi sedema “pêvajoya hiqûqî zelal nebûye” negirtin avahî.    Şandeya qeyûm a ku ji bo Serokatiya Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Amedê hatiye tayînkirin, ji bo peywirê dewr bigire hat avahiya CHP’a Amedê lê CHP’iyan destûr nedan ku bikevin hundir. CHP’iyan ji bo vê astengkirinê jî gotin ku dadgeha îstînafê ji bo ji avahiya partiyê derkevin tu biryar ji wan re neşandiye.” Li ser gotina CHP’iyan a “beriya biryara îstînafê em ê tu kar û barên dewrkirinê nekin”, şandeya qeyûm ji wir çû.    ÇI BÛBÛ?    Li şûna Rêveberiya Bajar a CHP’a Amedê bi sedema ku di dema xwe de kongreya bajar li dar nexistine, qeyûm hatibû tayînkirin. Serokên Navçeyan ên CHP’ê bi vê sedemê ji peywirê hatibûn girtin û wan jî bi daxwaza tayînkirina qeyûman serî li 9’emîn Dadgeha Silhê ya Enqereyê dabûn. Dadgehê di 18’ê tîrmehê de biryara xwe da û li şûna tevahiya Rêveberiya CHP’a Amedê qeyûm tayîn kir.