Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin 2022-07-20 11:31:54   DÊRSIM - Walîtiya Dêrsimê di çarçoveya 20’emîn Mîhrîcana Munzurê ya îsal tê lidarxistin de tekêtina bajêr ên komên Grup Îsyan Ateşî û Grup Yorumê heya 26’ê tîrmehê qedexe kir.    Îsal 20’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê di navbera 21 û 24’ê tîrmehê de bi dirûşma "Em li dijî talankeriya kankeriyê xwezayê, li dijî talanê jiyanê jî hunerê diparêzin" tê lidarxistin. Walîtiya Dêrsimê konserên Grup Yorum û Grup Îsyan Ateşî ku dê derketana ser dikê qedexe kir.    Dema endamên Grup Yorumê dixwestin bikevin bajar, ji hêla polîsan ve hatin sekinandin û nehiştin tekêvin bajêr. Polîsan sedema vê yekê  jî qedexeya Walîtiya Dêrsimê ya nivîskî ya der barê Grup Yorum û Grup Îsyan Ateşî nîşan da. Di biryarê de tê destnîşankirin ku komên navborî ji saet 00.01'ê roja 20'ê tîrmehê heta saet 23.59 a 26'ê tîrmehê nikarin bikevin bajêr.   Endamên Grup Îsyan Ateşî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî der barê qedexeyê de ev peyam parve kir: “Tevlibûna me ya 20’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê di sînorên Dêrsimê de hat qedexekirin. Walîtiya Dêrsimê têketina me ya Dêrsimê qedexe kir. Em hêj li bendê ne ku bikevin bajêr. Em ê bi tu awayî dev ji strîna sirûd û stranên xwe bernedin."