Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye 2022-07-20 10:02:46   ŞIRNEX - Sûlava Hankeyê ya Qilebanê li Tirkiye û herêmê bilindtirîn sûlav e û li bendê ye ku rayedar bilindahiya wê tescîl bikin.   Sûlava Hankeyê di nava sînorên bajarokê Hîlal a Qileban a Şirnexê de ye û ava wê ji çiyayê Hanke û zozanên wê tê. Sûlav, bi 184 mîtroyan bilind e û li Tirkiye û herêmê sûlava herî bilind e. Bilindahiya Çiyayê Hankeyê 2 hezar 800 mîtro ye û xwedî zinarên bi heybet e. Sûlav, di nava xweşikiyeke wiha ya xwezayê de ye û kesên diçin serdanê jî sermest dike. Her sal bi sedan kes ji bo ku biçin û sûlavê bibînin berê xwe didin bajarokê Hankeyê.   NAXIN QEYDÊN FERMÎ DE    Ji ber ku bilindahiya sûlavê nayê tescîlkirin, li Tirkiyeyê sûlava herî bilind bi bilindahiya xwe ya 48 mîtroyan weke Sûlava Tortûm a li Erziromê tê qebûlkirin. Lê Sûlava Hankeyê bi bilindahiya xwe ya ji 184 mîtroyan ve li Tirkiye û herêmê bilintirîn sûlav e. Sûlav li benda rayedaran e ku bilindahiya wê tescîl bikin.     MA / Omer Akin