Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî 2022-07-19 23:25:41   STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol di çalakiya bi boneya 10'emîn salvegera Şoreşa Rojavayê de axivî û got: "Rojavayê derfetên şoreşê hem nîşanî erdnîgariyê hem jî tevahiya cîhanê da."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Ataşehîrê bi boneya 10'emîn salvegera Şoreşa Rojavayê li avahiya navçeyê çalakiyek li dar xist. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Îlknur Bîrol, Partiya Şoreşger, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Windayan re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayö (MATUHAYDER) û gelek kes tev li çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de pankartên li ser “Em 10'emîn salvegera wê de şoreşa jinê Şoreşa Rojavayê silav dikin” û “Hezar silav li kesên li Rojavayê têkoşiyan" nivîsandî hatin daliqandin.   Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol di çalakiyê de axivî. Bîrol anî ziman ku di pirtûkan de sedsala 20'an wekî serdema şoreşan tê binavkirin û got, lê taybetmendiya herî girîng a serdema şoreşan ew e ku bi hilweşandina pêkhateyên li jor û jêr avakirina civakeke nû ye.   Bîrol di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek lehengên şoreşê hene û got: "Ez li hember kesên ku canê xwe dane, li hember hemû kesên ku niha di milê din ê vê şoreşê de dixebitin serî ditewînim. Em 10 saliya wê pîroz dikin, em li ber afirînerên vê destana lehengiyê serê xwe ditewînin. Ez hewldanên kesên ku niha ji bo domandina vê şoreşê tevdigerin jî silav dikim.”   Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Şoreşa Rojavayê hat pêşandan. Piştre Grup Hevra derket ser dikê û stran gotin. Kesên tev li çalakiyê bûn jî lı ber stranan govend gerandın û dirûşmeyên "Bijî Serop Apo", "Bijî Şoreşa Rojava", "Bijî têkoşîna jinên azad" berz kirin.