‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’ 2022-07-19 16:47:07 AMED - Li Amedê bi ser navê “Ji Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya Zindana Amedê ber bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ve” hat lidarxistin. Di panelê de beşdaran da zanîn ku Kobanê bi ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê hate rizgarkirin.  Li Amedê bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a Amedê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78'an panela “Ji Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya Zindana Amedê ber bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ve” hat lidarxistin. Panel, li avahiya DBP’ê ya Rezanê hat lidarxistin. Di panelê de ji rêveberên Komelaya 78’an Celalettîn Can,  aktîvîsta TJA’yê Meryem Yildiz, endama MEBYA-DER’ê Meryem Soylu, Burhan Babaoglû ku bi dehan salan di girtîgehên cuda de ma ye û bi sedan kes amade bûn. Yek ji rêveberên Komeleya 78’an Huseyîn Bariş moderatoriya panelê kir.    Li eywana panelê wêneyên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Alî Çîçek, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş û Akîf Yilmaz û yê Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest dabû hatibûn daliqandin. Her wiha pankarta “Me bi şeş kesan dest pê kir niha bûne bi milyonan”, “Teslîmbûn xiyanetê, berxwedan serkeftinê bi xwe re tîne” û “ Ji Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Zindana Amedê ve ber bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ve” hatibûn daliqandin.    Panel bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Huseyîn Bariş axivî. Di axaftina xwe de Bariş qala têkoşîna 14’ê Tîrmehê û bûyerên wê demê kir. Piştî axaftina Bariş jî sînevîzyona derheqê 14’ê Tîrmehê û Şoreşa Rojava de hate pêşandan.    ‘MIROV JI MROVBÛNA XWE DÛR DIXISTIN’    Piştî sînevîzyonê jî panelîst Burhan Babaoglû axivî û wiha got: “Di salên 80’an de mirov ji mirovbûna xwe dihatin dûrxistin û teslimbûn ferz dikirin. Li dijî vê hewldanê jî ruh û têkoşîneke pir mezin derket. Berxwedana ku wê demê li girtîgehan derket pêş, zext û zor heta astekî da sekinandin.”   '40 SALAN ZILM KIRIN LÊ DÊ EW TÊK BIÇIN’    Piştî Babaoglû, Meryem Soylu axivî. Soylu, anî ziman ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê gotin “serkeftin a me ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê oxirê de canê xwe feda kirin. Di nava wê wehşetê de gotin; ‘em deyndarên gelê xwe ne.’ Gelê me zêdetirî 40 sal in têdikoşe û me bi hezaran şehîd dan. Li şûna her yekî jî deh kest ketin şûna wan. Pergal li ser kurdan şerê taybet dimeşîne lê çi dike bila bike serkeftin a gelê kurd e. Ev 40 sal in zilmê dikin lê dê ew têk biçin.”    ‘KOBANÊ BI RUHÊ 82’YAN RIZGAR BÛ’   Merwan Yildiz jî qala Şoreşa Rojava û berxwedana li dijî DAIŞ’ê kir û ev tişt anî ziman: “Di salên 80’an de îradeya gelê kurd û jiyana xwedî wate bi ser ket. Li Kobanê heman ruh hebû û berxwedan bi vî ruhî hat kirin. Serkeftin jî bû îradeya gelê kurd. Jinên kurd li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bi tililiyên xwe li ber xwe dan. Arîn Mîrkan, Vîyan Peyman û Avesta Xabûr bi ruhê 80' an li Kobanê li ber xwe dan û Kobanê rizgar kirin.”   ‘HER TIŞT BI VÊŞARTÎ DIHAT KIRIN’   Celalettin Can jî qala çîrokên xwe yên li girtîgehê kir û da zanîn ku wê demê her tişt bi veşartî dihat kirin. Can, bi domdarî wiha axivî: “Li derve haya kesekî jê nebû ku li Zindana Amedê ewqas îşkence tê kirin. Pergaleke wisa ava kiribûn ku haya kesekî ji yê din tune bû. Tecrîdeke mezin hebû. Me li Amedê soz da ku tiştên me dîtine vebêjin. Li ser vê bingehê jî me Komeleya 78’an ava kir. Piştî avakirina komeleyê jî me rapora Zindana Amedê amade kir. Bi rastî jî weke kesên li Zindana Amedê mayîn digotin; ‘Zindana Amedê nayê vegotin, tê jiyîn.’”    Panel bi pirs û bersivan berdewam kir.