Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam 2022-07-19 15:44:22   ENQERE – Emîrê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê di Doza Komkujiya Gara Enqereyê de axivî û wiha got: “Ez 80 rojan li MÎT’ê mam. Min her tişt qebûl kir.”    DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Enqereyê êrişeke bombeyî pêk anî û di encamê de 104 kes hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn. Derheqê 16 bersûcên firarî de Doza Komkujiya Gar a Enqereyê hatibû vekirin. 16’emîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate dîtin. Malbatên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin, endamên 10 Ekîm-Der’ê, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Halkevlerî û gelek parêzer jî di danişînê de amade bûn. Bersûc Erman Ekîcî ku bi “sûcê li dijî mirovahiyê” tê darizandin, ji girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan û bi xwendina ewraqên derheqê biryarên di rûniştinên din de hatibûn şandin dest pê kir.    Di danişînê de ji ewil Kasim Guler hat guhdarîkirin ku weke “Emîrê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê” tê pênasekirin. Guler, ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    ‘MIN LI MÎT’Ê HER TIŞT QEBÛL KIR’    Şandeya dadgehê ji Kasim Guler pirs kir bê ka 16 bersûcan nas dike yan na. Guler, da zanîn ku ji van 16 kesan Îlhamî Balî û Ahmet Guneş nas dike. Guler, da zanîn ku ber bi dawiya sala 2014’an ve çû Sûriyeyê û tev li DAIŞ’ê bûye, di hezîrana sala 2015’an de birîndar bûye û sê mehan di nexweşxaneyê de ma ye. Bi domdarî Guler ev agahî dan: “Di demekê lêgerîna min di asta herî jor de MÎT’ê ez bi operasyonekê girtim. Min her tişt qebûl kir.”    DEMA DERHEQÊ MÎT’Ê DE LI XWE MIKUR DIHAT SEGBÎS QUT BÛ   Dema Guler derheqê MÎT’ê de li xwe mikûr dihat de di SEGBÎS’ê de “pirsgirêk” derket. Dadgehê xwest ku Guler di rûniştineke din de amade be.    ‘EZ BI EKÎCÎ RE LI HEMAN GIRTÎGEHÊ MAM’   Dadgehê piştre jî şahid Gokhan Karademîr guhdar kir. Têkildarî bersûcên fîrarî de Karademîr got ku Ahmet Guneş nas dike û bi Erman Ekîcî re jî di heman girtîgehê de ma ye. Karademîr, anî ziman ku di sala 2011’an de ketiye girtîgehê û di kanûna sala 2018’an de hatiye berdan û wiha domand: “Dema ez di girtîgehê de ev bûyer çêbû. Agahiyeke min a zêde tune bû. Di sala 2016’an de ji bo alîkariyê çûm Sûriyeyê. Ez 6 mehan li wir mam. Piştî ji girtîgehê derketim jî nasnameya min li Sûriyeyê hatiye dîtin. Min got dixwazim ji ‘poşmantiya bibandor’ sûd bigirim. Ez Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî nas nakim û Savaş Yildiz jî li ser televîzyonê nas dikim. Ahmet Guneş jî li Sûriyeyê dersa Qur’anê dersên olî dida me. Her wiha Cebraîl Kaya jî ders didan. Beriya biçim Sûriyeyê, me li Komeleya Ensar a Ciwan hinek perwerde dîtin. Yên xwe amade didîtin jî dişandin Sûriyeyê.”    ŞAHIDÊ DAIŞ’Î ÎDIA KIR KU WEKE HEDEF HATIYE NÎŞANDAN    Bi domdarî Karademîr destnîşan kir ku piştî girtîgehê ji “poşmantiya bibandor” sûd girtiye û îdia kir ku têkiliya xwe ya bi DAIŞ’ê re qut kiriye. Karademîr, axaftina xwe wiha domand: “Ahmet Guneş, piştî ku hatim berdan jiyana xwe ji dest da. Di sala 2011’an de bi Yûnûs Durmaz re çûm Sûriyeyê. Ez vegeriyam lê Durmaz venegeriya. Nizanim bê ka dîsa vegeriya yan na. Malbatên 10’ê Cotmehê min weke hedef nîşan didin. Navê min di Rojnameya Evrenselê de derket. Min weke sempatîzanê DAIŞ’ê nîşan didin. Lewma dê serlêdana sûc bikim.”    Piştî axaftinên şahidan jî parêzeran mafê axaftinê girt. Ji ewil parêzer Eylem Sarioglu axivî û pirsa “Gelo li Dîlokê Yûnûs Durmaz an Ahmet Guneş peywirdarê payebilind bû” kir. Li ser vê yekê Karademîr got; “Yûnûs Durmaz.” Ji bo pirsa “Tu têkiliya we bi Îlhamî Balî re heye yan na” jî Karademîr wiha bersiv da: “Ez bi kesê bi navê Ebû Bab re di nava têkiliyan de bûm.” Li ser pirsa Sarioglû ya “Piştî ku ji Sûriyeyê vegeriyayî têkiliya te ya bi DAIŞ’ê re domiya yan na” jî Karademîr wiha got: “Ez ketim girtîgehê. Piştre jî ji dosyayeke edlî di girtîgehê de mam. Nasnameya li Sûriyeyê hatibû dîtin lewma ez xistim qawîşa siyasiyan. Ez li wir 2 mehan mam.” Pirsên “Gelo hatin û çûna Sûriyeyê hêsan bû yan na” û “Hûn li wir li ku man” jî Karademîr wiha bersivand: “Ez li navçeya Alyeyê mam. Yûnûs Durmaz, Îlyas Aydin û Nûsret Yilmaz berpirsyarên vê derê bûn. Ahmet Guneş dersa fikhê, ya Qur’anê û jiyana pêxember dida. Di dema hatin û çûnan de kesekî pirsek ji me nekir bê ka em kî ne yan kî nînin.” Li ser van pirsên Sarioglû jî serokê dadgehê îtîraz kir û got; “Ev agahî dabûn dîsa nepirsin.”    ŞAHID DEREWAN DIKE    Piştî axaftinên Karademîr, parêzer Mûrat Kemal Gunduz axivî. Gunduz, da zanîn ku axaftinên şahid derewin û wiha got: “Şahid tiştên nerast dibêje. Delîlên ber encamê ve dibin red dike. Daxwaza me ne derheqê bersûcên fîrarî de ye. Jixwe ev 7 sal in lêgerîna wan heye û dewletê agahiyên îstîxbarî yên nû kom kirine. Lewma divê daxwaza belgeyan bê kirin.”   ‘DI DOZA KONYAYÊ DE HINEK ŞAHID HATINE GUHDARÎKIRIN’    Parêzer Senem Doganoglû jî da zanîn ku di vê dozê de tu carî daxwaza guhdarîkirina şahidan nekirine û wiha domand: “Dosyayên kêm di destê me de nînin û divê van bidin me. Ji bo hevjînên bersûcên fîrarî biryareke navberê nehat dayîn. Lêpirsîna derheqê Gulay Tulay girîng e. Derheqê Hasan Huseyîn Ugur de daxwazên me hebûn lê pêk nehatin. Em dixwazin ev jî bê dosyaya me. Hinek şahidên nû hene ku Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê guhdarî nekirine û li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê ne. Em dixwazin ev kes bên guhdarîkirin. Îfadeya Kasim Guler a li TEM’ê heye ku hinek rîsale tê de derbas dibin. Em dixwazin ku girtekên van rîsaleyan ên derheqê Kasim Guler de bên anîn û lêkolînkirin.”   ‘JI DESTPÊKA LÊPIRSÎNÊ HETA NIHA 330 DAXWAZÊN ME ÇÊBÛN’    Parêzer Îlke Işik jî diyar kir ku heta niha 330 daxwazên wan çêbûne û ji van 178 jê hatine redkirin û 150 jî hatine qebûlkirin. Bi domdarî Işik ev tişt anî ziman: “Daxwaza me ya lêkolîna derheqê girtina bersûcên firarî de jî hate redkirin. Me got ku Nûsret Yilmaz derbasî Gurcistanê bûye û bila were lêkolînkirin. Lê nehat kirin. Derheqê van bersûcan de tu agahî nayên dayîn. Gelo ma mimkine ku plansaziyeke ewqas mezin bikin û haya xebatkarên cemaweriyê jê nebe? Daxwaza min ew e ku Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû bên guhdarîkirin. Derheqê wê demê de çi dizanin bila bibêjin.”   ŞAHID EKÎCÎ ÎDIA RED KIRIN    Piştî parastinan jî şahid Erman Ekîcî axivî û got ku di gelek ewraqê ji wî re hatine şandin de navê wî weke “Ebû Talha” hatiye nivîsandin û wiha got: “Ev nav li min hatiye kirin. Ez Ebû Talha nînim. Heta şahidên min nas dikin jî dibêjin ku eleqeya min bi bûyera li Enqereyê re nîne.”    Şandeya dadgehê saetek navber da danişînê.