Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut sibe li Silopiyayê dest pê dike 2022-07-19 12:59:11   ŞIRNEX  - Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut a Silopiyayê sibe dest pê dike. Di turnûvayê de 77 tîm dê bikevin pêşbirkê. Di tevahiya turnûvayê de dê ciwan balê bikişînin ser tiryak, fihûş û polîtîkayên şerê taybet.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê her sal “Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut” li dar dixe. 3’yemîn turnûvaya futbolê ya ciwanan a li Silopiyayê sibe dest pê dike. Turnûva bi dirûşma “Nebe bendiyê tiryak, fihûş û pişaftinê û azad be” tê lidarxistin. Di turnûvaya îsal de 77 tîm beşdar dibin û eleqeyeke mezin a ciwanan ji bo turnûvayê heye.    Turnûva dê sibe li Tesîsa Werzîşê ya Şaredariya Silopiyayê dest pê bike û starta turnûvayê jî dê bi maçên di navbera tîma Nava Door-Keççan Spor û Hanî Kablo-Efsaneya Cûdî de were dayîn. Dê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan, Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk û gelek kesên din tev li maçên destpêkê bibin.    BANGA TEVLIBÛNÊ   Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’a Şirnexê Delîl Urek da zanîn ku eleqeyeke mezin a ciwanan ji bo turnûvayê heye û wiha got: “Dê 77 tîm bikevin pêşbirkê. A rast dê hejmar hîn zêdetir bûya lê kesên ji bo kar çûyîn bajarên din pir in. Li me geriyan û xemgîniya xwe anîn ziman. Di demekî wiha ya krîza aborî û siyasî de anîna ciwanan a ba hev, girîng e. Di tevahiya turnûvayê de em ê derheqê tiryak, fihûş û pişaftinê sihbeta bi ciwanan re bikin. Armanca me ew e ku li ser talankirina xwezaya me jî hestiyariyekê ava bikin. Turnûva dê 2 meh û nîvan bidome. Banga min li ciwanan ew e ku beşdarî turnûvayê bibin.”