Cenazeyê Mahmudî li Wanê hat veşartin 2022-07-19 11:05:22   WAN - Cenazeyê endamê HPG’ê Hasan Mahmudî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li Nisêbînê di şerekî de canê xwe ji dest dabû, li Wanê hat veşartin.    Li Çiyayê Bagokê bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve di 30’ê gulanê de şer derketibû û di vî şerî de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji van endamên HPG’ê Hasan Mahmudî (Hewram Avyer) ê ji rojhilatê Kurdistanê ye. Malbat ji Rojhilat hat Mêrdînê û ji bo cenaze nimûneya xwînê dabû. Encama DNA’yê ya malbatê û cenaze li hev derket. Malbatê cenazeyê lawê xwe ji Goristana Bêkesan a Mêrdînê wergirt û bir Wanê.    Cenaze vê sibehê zû li Goristana Karşiyaka ya Wanê ji aliyê ferdên malbatê ve di dorpêça polîsan de hat veşartin. Polîsan nehişt ji bilî ferdên malbatê kesek tev li merasîma cenaze bibe.