Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne 2022-07-19 10:10:20   EDENE - Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin ji bo binpêkirina mafan bi dawî bibe ev 5 roj in di greva birçîbûnê de ne.    Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F'yê tên ragirtin ji bo binpêkirina mafan bi dawî bibin ji 14'ê Tîrmehê ve di greva birçîbûnê ya bi dorveger de ne. Girtiyên ku ji her 5 rojan carek kom bi kom dikevin greva birçîbûnê dixwazin bila binpêkirina mafan bi dawî bibin.