'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê' 2022-07-19 09:04:17   ŞIRNEX - Hatîce Ozkan, xwişka Hogir Ozkan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da got: “Birayê min çû Şengalê û ji bo hêviyê dê biçûna Kobanê. Em tenê doza edaletê dikin."   Di ser erişa bombeyî ya DAIŞ'ê re 7 sal derbas bûn ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê pêk hat. Ev qas sal derbas bûne lê hê jî doza hatiye vekirin wekî xwe yê berê ye. Lêgerîna edaletê ya malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi dirûşmeya "Ji Pirsûsê re edalet, ji bo her kesî edalet" dewam dike. Hatîce Ozkan (38), xwişka Hogir (Ugur) Ozkan (26) ê jiyana xwe ji dest da qala birayê xwe kir.   Malbata Ozkan a ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye, di salên 90'î de ji ber zextên dewletê ji bêgavî koçî Stenbolê kiriye. Xwişk Ozkan da zanîn ku piştî birayê wê Hogir ji dayik bûye, bı demeke kin bavê wê hatiye girtin. Ozkan anî ziman ku dema nifûsê navê Hogir qebûl nekiriye navê Ûgûr bi kar anîne û got, birayê wê pir hez ji zarokan dikir.    JI ZANÎNGEHÊ HAT AVÊTIN   Ozkan anî ziman ku birayê wê li Mêrsînê ewilî beşa Muhafiziya Gumrukê û paşê jî beşa endezyariya elektrîkê xwendiye û got, lê birayê wê ji ber fikrên xwe ji dibistanê hatiye avêtin.   ÇÛ ŞENGALÊ JÎ   Ozkan wiha dewam kir: “Birayê min di dema êrişên DAIŞ’ê yên sala 2014’an de çû Şengalê. Dema çû Şengalê, em gelek li ber rabûn, lê guh neda me. Hefteyekê li wir ma. Dema hat, vîdeoyek nîşanî min da û got, 'Li vê temaşe bike û zarokê xwe bîne ber çavên xwe.' Di vîdeoyê de zarokek hebû ku di himbêza dayika xwe de digiriya. Ûgûr ji çenteyê xwe şekir derdixe û dide wî. Jinik ew qas dua dike ku dibêje 'Xwedê ji te razî be, zarok wê îşev razê.' Zarok ji birçîna digiriya. Ûgûr got, 'Xwişkê ev ne henek in. Bi rastî zarok ji birçîna digirîn.' Dîsa hovîtiya li wan çiyayan a jin pê re rû bi rû mabûn nîşan da û got, 'binere xwişkê tu rehet î. Te her tişt heye. Ji bo axa xwe neterikînin têdikoşin. Tu xwe bi min aciz dikî, lê li wan bifikire. Bifikire ku ev yek li Tirkiyê bûye û zarokê we di vê rewşê de ne. Ma tu yê bi rihetî akribû razê?'"    ALÎKARIYA ZAROKÊN SOMALIYÊ   Ozkan bilêv kir ku birayê wê piştî ku ji Şengalê hatiye ji bo li ser înşaetê bixebite çûye Somaliyê û wiha got: “Birayê min ji bo li ser înşaetê bixebite çû Somaliyê. Wî her tim tiştên wekî çîkolata û pêlav ji me dixwest. Dema me ji wî pirsî tu yê çi bikî ji wan, tenê got 'xwişkê nepirs, bişîne.' Di dawiyê de em ji hevalê wî yê ku pê re bû hîn bûn ku her tiştê ku me şandiye li wir li zarokan belav kiriye. Carinan xwarina xwe jî daye wan. Dema Ûgûr hat Tirkiyeyê ez çûm balafirgehê, min ew pêşwazî kir. Dema Ûgûr daket balafirgehê, bi şimikek qetiyayî û kincên çiryayî hatibû. Li wir hemû tiştên xwe li zarokan belav kiriye. Dema me sohbet kir, got 'Xwişkê, li wir hemû zarok birçî ne. Şert û mercên jiyanê pir dijwar in. Hûn li vir rehet in, lê tiştekî wan li wir nîn e.' Ûgûr pir dilovan bû.”   Xwişka Ozkan da zanîn ku dema ku Berkîn Elvan jiyana xwe ji dest daye birayê wê Hogir çûye tev li merasîma cenazeyê wî bûye û wiha got: “Birayê min derengê şevê hat malê. Dema hat got, 'Xwişkê xwezî ez jî bi awayekî wisa bi şeref şehîd bûbûma'. Hê salek wî nediya daxwaza wî qebûl bû û birayê min jî şehîd bû.”   ‘DÊ JI BO HÊVIYÊ BIÇÛNA KOBANÊ'   Xwişka Ozkan diyar kir ku birayê wê ji bo bibe hêvî ji zarokên Kobanê re û kêliyekê be jî rûyê wan bikenîne xwestiye biçe Kobanê û got: “Ji bo ji zarokên lI Sûriyeyê re bibe hêvî, ji bo biçe Kobanê çû navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Wî nedixwest zarok bimirin. Min bawer nedikir ku bombe li wir teqiyaye û birayê min miriye. Çawa min bihîst ku bombe teqiyaye, min telefonî wî kir. Wî ji min re nivîsand, got "Xwişkê ez ê li te vegerim.' Paşê pêwendî pê re qut bû. Nizanim dema nivîsand birîndar bû, sax bû nizanim."   BANGAWAZÎ   Ozkan destnîşan kir ku di ser Komkujiya Pirsûsê re 7 sal derbas bûne, lê hê jî kiryar nehatine cezakirin û wiha dewam kir: “Ji bo cezakirina kiryaran û ronîkirina bûyerê tu hewldanek nîn e. Berevajî vê, li hemberî me malbatan hin tevger hene. Em tenê edaletê dixwazin. Dema me doza edaletê kir derheqê bavê min de bi hincetên cuda lêpirsîn vekirin. Ev pir li zora me diçe. Êdî divê ev doz çareser bibe. Em diêşin. Bila ji niha û pê ve bes me biêşînin. Bila bes ev qas eziyetê bikin. Em tenê doza edaletê dikin. Ji lew re îro dibe ku birayê min be, lê sibê dibe birayê hin kesên din bin jî. Ma wê çend kesên din bên kuştin? Êdî bes e, dev ji vê xwînê berdin û bila aştî were. Çi gunehê van zarokan heye? Ma dizanin bê em bi çi tahb û rebeniyê wan mezin dikin? Bila edalet bi lez pêk were.”   Xwişk Ozkan di dawiyê de destnîşan kir ku heta edalet pêk neyê dê têkoşîna wan bidome û ji bo xurtkirina piştevaniyê bang li raya giştî kir.