Egîtîm Sen: Ne dersa bijartî, em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin 2022-07-19 09:03:35 WAN - Serokê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku di tayînkirina 20 hezar mamosteyan de ji bo kurdî terxankirina 3 kontejanan "heqaret e" û got, ew li şûna dersên hilbijartî mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî diparêzin. Li Tirkiyeyê 600 hezar mamosteyên ku mezûn bûne û nehatine tayînkirin hene. Li gorî daneyên Dîwana Muhasebatê di saziyên perwerdehiyê de 120 hezar mamoste kêm in. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmût Ozer jî ragihand ku dê di meha Îlonê de di 99 qadan de 20 hezar mamoste bên tayînkirin. Di tayînkirina 20 hezar mamosteyan de ji bo dersa bijarte kurdî tenê 3 kontejan hatine terxankirin.    Serokê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Şaxa Wanê Mûrat Atabay, vê yekê wekî "heqareta li kurdan" nirxand.   ‘DIVÊ MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ BÊ NASKIRIN"   Atabay destnîşan kir ku ew sendîka tu carî ji bo kurdî nebûne alîgirê dersa bijarte û ew perwerdehiya bi zimanê zikmakî diparêzin. Atabay, destnîşan kir ku di serdema "pêvajoya çareseriyê" de dersên bijarte yên kurdî hatine destpêkirin, lê piştre bi hinceta "mamoste kêm in" pol nehatine vekirin.   Atabay got: “Li Tirkiyeyê nêzî 30 mîlyon kurd dijîn, lê kurd nikarin qursekê jî vekin. Hemû saziyên ku li ser zimanê kurdî dixebitin bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) tên girtin. Mafê kurdan heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin. Dersa hilbijartî heqaret e. Ev feraset tê wateya 'Hûn ne hêmana sereke ya vî welatî ne, mafê we û tirkan ne wekhev in'. Em mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî diparêzin û dibêjin divê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bê naskirin."   Atabay, destnîşan kir ku her sal nêzî 200 xwendekar ji beşên kurdî yên zanîngehan mezûn dibin û wiha got: “Hûn tayinkirina mamosteyên kurdî tenê ji bo xapandinê bikin jî, dîsa hûn mecbûr in ên mezûn bûne tayin bikin. Ger hûn li hemberî hejmara mezûnan 3 kadroyan wezîfedarkirinê vekin, a rast hûn bi vê nêzîkatiya xwe bi zelalî nîşan didin. Ev yek tê wateya 'Ji bo dersa hilbijartî neyê hilbijartin em her tiştî dikin'. Dîsa di saziyên perwerdehiyê de rêgezek cidî heye ku xwendekar dersên bijarte yên kurdî hilnebijarên. Li gel vê dema ku xwendekar kurdî hildibijêre bi gotina 'mamosteyên me tune ne' polê venakin."