ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-19 09:00:47   * Hevalên Aydan Ezgî Şalciyê ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da behsa wê kirin û gotina wê "Divê em ne li metbexa têkoşînê bin. Em bibin pêşengê wê."   * Serokê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku di tayînkirina 20 hezar mamosteyan de ji bo kurdî terxankirina 3 kontejanan "heqaret e" û got, ew li şûna dersên hilbijartî mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî diparêzin.   * Hatîce Ozkan, xwişka Hogir Ozkan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da got: “Birayê min çû Şengalê û ji bo hêviyê dê biçûna Kobanê. Em tenê doza edaletê dikin."   * Rojnameger Kasim Seyda ku krîza li Iraqê ya di warê hikûmetê de nirxand, diyar kir ku PDK nakokiyên li herêmê kûrtir kiriye û got: "Li Iraqê sedema gelek qeyranan PDK ye."   * Nexweş ji ber pergala randevûyê mexdûr dibin û ji bêgavî diçin nexweşxaneyên taybet. Amediyan bertek nîşanî vê da û gotin, dewlet nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 498'emîn berdewam bike.    * Danişîna derbarê bersûcên firar ên Doza 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Îzmîr, Enqere û Stenbolê têkildarî binpêkirinên mafan ku zêee bûne dê civînên çapemeniyê li dar bixin. (12.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Ataşehîra Stenbolê di salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojava de d3e li avahiya xwe çalakiyek li dar bixe. (19.00)