Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin! 2022-07-18 18:00:53 AMED - Kesên bi fermana Wezareta Karên Navxweyî li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin. Ev yek di qeyda deng de jî aşkere ye. Di qeyda deng de Celîl Begdaşê ku tim bi provokasyonan di rojevê de ye dibêje: “Hûn pere distînin. Ev der konê min e."    Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Ersoy di 10'ê Tîrmehê de çû serdana kesên ku bi organîzasyona wezaretê li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Amedê tên sekinandin. Hat hînbûn ku di dema vê serdanê de malbatên li wir bi hev ketine. Di roja serdanê de jineke ku ji Colemêrgê ew anîne ber avahiya partiyê û navê wê nehat hînbûn û Celîl Begdaşê ku beriya niha gelek caran bi awayekî fizîkî û devkî êriş biriye ser endamên HDP'ê ketine qirika hev. Dengê vê munaqeşeya wan hatiye tomarkirin.    Gotinên van her du kesan careke din nîşan didin ku bê ev kes ji bo çi li ber HDP'ê tên sekinandin. Di qeyda deng de her du kes hev du bi "wergirtina pereyan" tawanbar dikin.    Bihevketina her du kesan bi vî awayî ye:    “Celîl Begdaş: Şerm, şerm. Tiştek bi navê şerm heye.   Jinik: Bila ew şerm a we be. Îro gava wezîr were vir, ezê jê re bêjim. Ez ê derdê xwe ji wezîrê xwe re bêjim. Wezîr bira ji min re bêje. (Dengê kesine cuda tê.)    Celîl Begdaş: Rezîl, rezîl.     Jinik: Ez rezîl nebûme. Min ne o... kiriye, ne jî q...   Celîl Begdaş: Here ji vir. Tu riwa bûyî.    Jinik: Ez naçim. Ev ne konê te ye. Çi ji destê te tê bike. Ê diçe tu wî.   Celîl Begdaş: Qiralê te jî nikare min bişîne. Ew qirlaê te.    Jinik: De hadê min bişîne. Tu mêr î, şerm e. Çima tu bi ser min de tê yî?   Celîl Begdaş: Heqê xwe lê helal nekin. Here ji vir.    Jinik: Ez naçim, naçim, naçim. Ev ne konê te ye. Çi ji destê te tê bike. Ez naçim, tu yê biçî.   Celîl Begdaş: Qiralê te jî nikare min bişîne. Konê min e. Konê min e. Çeqel, rezîl.    Jinik: Li derve gava em dimeşin, dibêjin 'hûn ji bo meaş wiha dikin.' Navê me li her derî belav kirine.    Jineke din dikeve navberê: Doza zarokên xwe bikin.    Jinik: Em zarokên xwe jî dixwazin. Em çi bikin, me çi stendiye?    Celîl Begdaş: Hûn pere distşnin. Ma we çi nestendiye. We çi nestendiye.    Jinik: Niha ez ê telefonî serokê te Hesen bikim.    Celîl Begdaş: Here diçî ji kê re dibêjî bibêje. Heysiyet bi we re tune ye. Ger heysiyet bi we re hebûya; hûn nedihatin vira. Ez yekî ji we jî naxwazim. Heysiyet bi we re tune ye.    Jinik: Hadê biçin. Çi ji destê we tê bikin.    Celîl Begdaş: Perdeya me ka, perdeya me birine. Bi navê fediyê tiştek nemaye."    MA / Selman Guzelyuz