Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin 2022-07-18 15:35:22 ÎZMÎR - Kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer di danişîna dozê de hemû pirsên jê hatine kirin paşguh kir û derheqê leşkerê bi navê Îbrahîm Akil de ku tiliya wî di cînayetê de heye jî agahî nedan.  Çaremîn danişîna doza kujer Onur Gencer ku êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê berdewam dike. Piştî navberê, parêzeran îtîraz kir û xwestin ku mafê wan ê pirsan neyê binpêkirin. Serokê dadgehê jî îtîraz qebûl kir û biryar da ku pirs ji bersûc bên kirin.    Parêzeran pirsa; “Cihê ku tu lê bûyî te qet milîsên li gel Tirkiyeyê tevdigerin nas kirin an na?” kir û kujer Gencer got; “erê.” Lê belê navên van kesan nedan.    Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel pirsa; “Gelo çi hevalên we yên bi we re ji Sûriyeyê hatin hene yan na?” kir. Lê kujer Gencer bersiva vê pirsê neda. Her wiha kujer Gencer pirsên Yucel ên weke “We fikrên xwe yên derheqê HDP û kurdan de çiqas bi Osman Tanriverdî re parve kirin”, “Hûn Gamze Açar nas dikin an na” bêbersiv hişt û bi hinceta “ewlekariya can” îtîrazî van pirsan kir. Li ser pirsa Yucel a “Di hatin û çûna bajaran de we qet bi kesên ji Sûriyeyê nas kirin re têkilî danîn an na?” jî kujer Gencer got; “Wê jî hûn bibînin.”    ÎTÎRAZ HATIN REDKIRIN    Parêzeran îtîraz kir ku kujer Gencer bersivên zelal nedan Yucel. Lê serokê dadgehê ev îtîraz red kir.    KUJER GENCER: EW PARVEKIRIN MIN JÊ NEBIRIN    Piştre jî Yucel pirsên “Hêzên ewlekariyê çiqas dem piştî binçavkirinê dest danî ser telefona we?” û “Di roja bûyerê de hinek dîmenên li ser hesaba we ya medyaya civakî hatin jêbirin. Gelo ev kê jêbirin?” kir. Kujer Gencer jî got ku wî ev dîmen jê nebirine. Li ser pirsa “gelo têkiliyeke we bi ulkucuyan re heye yan na” jî kujer Gencer ev bersiv da: “Bi hemû kesî re heye. Tenê bi we re nîne. Ez xwe weke kesekê anarşîst pênase dikim.”    'EZ NAS DIKIM LÊ NABÊJIM’    Serokê dadgehê îtîrazî pirsa parêzeran a “Kesekê hûn li Navenda Giştî ya MHP’ê nas dikin heye yan na?” kir. Yucel got; “Tê îdiakirin ku we fermana vê êrişê raste rast ji Navenda Giştî ya MHP’ê girtiye. Em jî vê îdiayê lêkolîn dikin.” Piştre jî Yucel wêneyeke civînê nîşanî Gencer da û pirsa kesên di wêneyî de kir. Kujer Gencer jî got; “Ez nas dikim lê nabêjim.”    GELO WE QET MILÎTANÊN SADAT’Ê NAS KIRIN?    Kujer Gencer bersiva pirsa Yucel a “Di axaftinên we yên whatsappê de xuya dibe ku hûn hewl didin têkildarî bûyerê erêkirin çêbibe. Madem we ev bi tena serê xwe kir, wê demê we çima hewcehî bi vê yekê dît?” neda û ji bo pirsa “We li Sûriyeyê qet milîtanên SADAT’ê nas kirin an na?” jî got; “Dibe.”    Dema di pirsa Yucel de navê Abdullatîf Koçak derbas bûyî, kujer Gencer hinek sekinî û Yucel sedema vê pirs kir. Li ser vê yekê jî Gencer got; “Yên ku canê wan êşiyayî hûn in, bersiva wê jî hûn bibînin.” Li ser vê bersivê jî beşdaran bertek nîşan dan.    Kujer Gencer dîsa gotinên nîjadperest dubare kir. Li ser vê yekê Yucel bi bîra kujer xist ku leşkerî nekiriye û pirsa “gelo hûn endamê yekîneyeke din a leşkerî bûn lewma we leşkerî nekir?” jî kujer Gencer ev bersiv da: “Belkî erê, belkî jî na.”    Kujer Gencer bersiva pirsa “Piştî ku ji Sûriyeyê vegeriyayî rewşa we ya jiyanî gelek baş bû. Gelo sedema vê çi ye” neda û piştre got ku ji derdora xwe hinek alîkariya madî girtiye.    JI EWIL GOT ‘EWLEHIYA CANÊ MIN NÎNE’ PIŞTRE GOT ‘NAS DIKIM’    Kujer Gencer ji bo pirsa “hûn Gamze Açar nas dikin an na” bersiva “ewlehiya canê min nîne”dabû lê piştre bersiva “Ez wê nas dikim” da.    'GULE JI POLÎGANÊ GIRTINE’    Piştre jî di navbera ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç û kujer Gencer de ev axaftin derbas bû:    Agaç: Kê hûn arastayî polîgana Îzmîrê kir?    Gencer: Kesekî pêşniyar kir.    Agaç: Di kîjan sihbetê de pêşniyareke wiha hat kirin?    Gencer: Dema em li ser çekê diaxiviyan.    Agaç: Hûn vî kesî nas dikin?    Gencer: Na.    Agaç: We di 14’ê hezîranê de her 15 guleyên ji polîganê hilgirtibûn bi kar anîn? Te çi bi yên bi kar ne anî kir?    Gencer: Hûn bersiva vê dizanin. Min avahiya we kir xwîn.”   BERSIVA PIRSAN NEDA    Piştre jî ev pirs ji kujer Gencer hatin kirin; “Hûn çiqas diçin polîganê?”, “Li polîganê lênûska qeydan heye yan na?”, “Ew lênûsk we tije kir an peywirdaran?”, “Navên kesên hûn li polîganê perwerde kirine çi ne?”, “Umut Işik derheqê pîşeya we de tu agahî dan we yan na?”, “Gelo Alîcan li Urganli ya Manîsayê pewerdeya taybet a çekan da we yan na?”, “Di dema van perwerdeyan de Oytun Yuksel li wir bû yan na?”, “We çima pirsên derheqê çekan de ji Îbrahîm Akil kirin” lê belê bersiv neda.    Li ser vê yekê jî Agaç got; “Hûn pirsên me weke ‘bersiv tune ye’ dibersivînin û ev jî nîşan dide ku têkiliya we bi rêxistinekê re heye.”    NIVÎSÊN BI LEŞKERAN RE JÊ HATIN PIRSÎN    Di berdewamê de jî Agaç derheqê leşker Îbrahîm Akil de pirs kirin û ev axaftin hate kirin:    Agaç: Hûn Îbrahîm Akil ji hêla siyasî ve li ku derê dibînin?    Gencer: Li cihê herî baş dibînim.    Agaç: Di axaftinên we yên bi Îbrahîm Akil de xuya dibe ku we ev bûyer bi hev re plan kiriye. We ev kengî plan kir?   Gencer: Tu eleqeya wî pê nîne.    Agaç: Îbrahîm Akil dibêje ku hûn 3 mehan li Sûriyeyê ma ne. Gelo hûn man an na?    Gencer: Na.   Agaç: Gelo hûn dizanin bê ka Îbrahîm Akil kengî çû Sûriyeyê?    Gencer: Ez nizanim bê ka çûye yan na.    Agaç: Di van nivîsan de Îbrahîm Akil ji we re dibêje ku Recep Tayyîp Erdogan ji we re stîcîrî şandiye û hûn jî dibêjin; ‘Paşverû. Divê mirov wî jî bikuje. Tu bike ez ê li hundir li te binêrim.’ Gelo hûn dikarin qala vê bikin?    Gencer: Tenê henekek bû.   Agaç: Gelo ma hûn nizanin ku sûîqesta li dijî serokkomarê vî welatî sûc e? Li gel ku emniyetê ev nivîs dîtine jî çima pirsa vê ji we nekir?    Gencer: Wê pirsê ji emniyetê bikin.    Agaç: Nivîsên we yên bi Îbrahîm Akil re dema hûn di bin çavan de jî hêj li şûna xwe bûn. Xuyaye ku axaftin hatine jêbirin. Gelo dibe ku kesekê din ev nivîs jê biribin?    Gencer: Nizanim.”    Piştî pirsên Agaç jî şandeya dadgehê heta saet 14.00’an navber da.