Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin 2022-07-18 14:46:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şikefta Birîndaran a Herêma Federal a Kurdistanê helîkoptereke artêşa tirk ji hêla gerîlayên HPG’ê ve hate xistin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê ji 17’ê nîsanê heta niha bênavber didomin. Di demekî ku şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe didomin de li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), helîkoptera artêşa tirk di 30’ê gulanê saet di 22.20’an de hate derbkirin û li qada di navbera Şikefta Birîndaran û Xeregolê de jî ket. Di nûçeyê de her wiha dîmenên helîkoptera hatiye xistin jî hatin parvekirin.