MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya 2022-07-18 14:43:34   ENQERE - Endamên MYK’a HDP’ê ya serdema nû ku piştî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin hatibûn hilbijartin, ji bo dabeşkirina peywiran li navenda giştî ya partiyê civiyan.    Meclisa Partiya ya serdema nû ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin bi serokatiya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar duh civiya. Piştî endamên Lijneya Disiplîna Navendî û Lijneya Lihevhatinê, îro jî Meclisa Partiyê bi mebesta dabeşkirina peywiran li navenda giştî civiya.    Di MYK’ê de ji sedî 50 guherîn çêbû û bi pêşengtiya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar li Navenda Giştî ya HDP’ê civiya. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ku hefteyek berê bavê xwe winda kiribû, ji ber sersaxiyan nekarî beşdarî civînê bibe. Civîn bi beşdariya 30 endamên MYK’ê dest pê kir û dê peywirên heyî bên dabeşkirin.    Di civîna MYK’ê de her wiha dê li gorî biryarên di Meclisa Partiyê de hatine girtin jî plansazî were amadekirin.