Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike 2022-07-18 11:57:22 ÎZMÎR - Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel di danişîna doza Denîz Poyraz de xwest hinek pirsan ji kujer Onur Gencer bike lê belê hate astengkirin. Li ser vê yekê jî li eywana danişînê rageşî derket û şandeya dadgehê navber da danişînê.  Çaremîn danişîna doza kujer Onur Gencer ku di êrişa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kiribû, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê tê dîtin. Bersûc Onur Gencer di danişînê de amade bû. Her wiha malbata Denîz Poyraz, parlamenterên HDP û CHP’ê û gelek kesên din jî danişîn şopand.    Di danişînê de ji ewil parêzer Îmdat Ataş axivî û diyar kir ku dixwaze hinek pirsan ji bersûc bike. Ataş da zanîn ku li gelek deveran li dijî HDP’ê êriş hene û wiha domand: “Îro jî kesekî çekdar li pêşiya edliyeyê hate girtin. Li gorî me ev yek tiştekî rashatî nîne.” Ataş piştre jî ev pirs ji kujer Gencer kirin:    “*Te heta niha kîjan hejmar bi kar anîne?    *Ev hejmar li ser navên kê bûn?    *Dahata te ya herî dawî çiqas bû?    *Cihê te yê peywirê çima ewqas zêde guherî ye?    *Dema tu dihatî Nexweşxaneya Kemalpaşayê we kîjan wesayît bi kar anîn?    *Gelo rast e ku we taksiya bazirganiyê bi kar anî ye?    *Hûn bi kîjan sedemê ji kar veqetiyan?    *Têkiliya we ya kar kengî bi awayekî fermî hate qutkirin?   *Çima qutkirina têkiliya we ewqas dereng ket?    *Gelo hûn li beşa lezgîn a 112’ê qet xebitîne?    *We qet daxwaza peywira li derveyî welat kir an na?    *We biryara çûna Sûriyeyê çawa da?    *Ji bo peywira li Sûriyeyê kesekî hûn teşwîq an jî araste kir an na?    *Ji derdora we yan jî xizmên we kesek çû Sûriyeyê yan na?”    Bersûc Gencer jî ji bo hemû pirsan bersiva “bersiv tune ye” da.    NEHIŞTIN SEROKÊ BAROYÊ PIRSAN BIKE   Piştre jî Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel xwest çendek pirsan ji bersûc bike û wiha got: “Pêşniyara min ew e ku hûn biryara navberê biguherînin. We di danişîna din de mafê pirsan ê beşdaran binpê kir. Mafê beşdaran heye ku pirsan bikin. Belgeya rayeyê  jî di nav de me di navbera xwe de karbeşî kir. Em qala belgeyeke ku cihê wekaletnameyê digire dikin. Nêzikatiyeke weke ‘ez mafê axaftinê nadim we’ nabe. Di qanûnê de çi hebe, divê ew pêk bê.”    Serokê dadgehê gotinên Ozkan di niviyê de birî, got ku biryarên di danişîna din de hêj derbasdar in û yên wekaletnameya wan nebe dê nekarin mafê axaftinê bigirin.    Ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç jî got: “Heke hûn di vê biryarê de israr bikin em ê derkevin. Ev biryar hiqûqî nîne. Sedema pêşneketina dosyayê jî dadgeh bi xwe ye.”    'EZ Ê EYWANÊ BIDIM VALAKIRIN’    Serokê dadgehê jî piştî zêdebûna îtîrazan got: “Divê ji eywanê deng neyê. Nexwe dê eywanê bidim valakirin.”    Şandeya dadgehê 15 deqe navber da danişînê.