Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin 2022-07-18 11:33:20 MÊRDÎN - Ahmet Oncu yê ku lawê wî girtî Şahîn Oncu li Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê bi hevalên xwe re di greva birçîbûnê de ye wiha got: “Lawê min got em wek serdema Esat Oktay di bin zextan de ne.”  Girtiyên li Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzonê  ya Tîpa T’yê li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirine. Greva birçîbûnê ji 5 rojan carek bi awayek dorveger pêk tê û îro koma duyemîn dewr girt. 14 girtî greva birçîbûnê didomînin. Ahmet Oncu çû girtîgehê serdana lawê xwe Şahîn Oncu. Şahîn Oncu bi rêya bavê xwe binpêkirinên ku li girtîgehê diqewimin vegot.     GARDIYAN: DOZGER JÎ MIDÛR JÎ EZ IM    Ahmet Oncu diyar kir ku li Girtîbeha Beşîkduzuyê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne û wiha got: “Girtî wek serdema Esat Oktay di bin zextan de tên ragirtin. Tiştên ji wan re tên şandin, nadin wan. Pirtûk, rojname, radyoyan nadin wan. Aktîvîteyên sosyal tune ne. Lêgerîna tazî li ser girtiyan pêk tînin. Lewma girtî ketine greva birçîbûnê. Girtî dixwazin ku zextên li wan biqedin û daxwazên wan bicih werin. Eşyayên em ji wan re dibin an jî dişînin nadin wan. Me xwest bi rêveberek hefsê re hevdîtinê bikin. Gardiyan got, ‘dozger jî, midûr jî ez im. Her tişt ez im’.”    Oncu diyar kir ku girtiyan xwest ku parêzvanên mafê mirovan, hiqûqzan biçin girtîgehê lêkolînê bikin û got: “Heke HDP û CHP şandeyek bişîne girtîgehê wê bibînin, ka li wir çi diqewime. Girtiyan got heke lêkolîn were kirin, dê binpêkirinên mafan ku pê re rûbirû mane jî were tespîtkirin.”