Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da 2022-07-17 16:47:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Musilê li dijî wesayîtek êrişa hewayî pêk hat û hat zanin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî nûçeya lezgîn a RojNewsê; balefirek bê mirov (SÎHA) ya Tirkiyeyê li navçeya Telafer a girêdayî Musilê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.    Li gor agahiyên ji çavkaniyek ewlehiyê hatine girtin, di saetên piştî nîvro de balefirek bê mirov a Tirkiyeyê li gundê Dîcle ya navçeya Telaferê wesayîtê bombebaran kiriye. Heman çavkanî ragihand di encama êrişê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da, di nava wan de jinek jî heye.