ÎHD 36 salî ye 2022-07-17 15:06:47 STENBOL - Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn di 36’emîn sala damezirandina komeleyê de axivî û wiha got: “ÎHD her tim li dijî şer, nîjadperestî, milîtarîzm û homofobiyê têkoşiya.”  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi boneya 36’emîn salvegera damezirandina komeleyê li Sultanahmetê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de parnakarta “Têkoşîna me ya mafên mirovan didome û dê bidome” hat vekirin  û dowîzên “Ji şer re na aştî a niha”, “Mirov bi mafên xwe mirov e”, “Ji tundiya zilam dewletê re bes e” û “Ji îstîsmarkirina zarokan re bêje bes e” hatin hildan. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Dayikên Şemiyê û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî di daxuyaniyê de amade bûn.    Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku komeleya wan piştî Darbeya 12’ê Îlonê di şertên giran de hatiye damezirandin û wiha got: “Me hewl da pêşî li ber binpêkirina mafan bigirin û rê li ber desthilatdariyên dibûn sedema van binpêkirinan bigirin. Dema komele hatî avakirin, li Tirkiyeyê binpêkirina mafê jiyanê û îşkence di lûtkeyê de bûn. Zext û êrişên ser mafê xwebirêxistinkirin û xweîfadekirinê jî zêde hebûn. Niha jî hene. Her wiha astengkirina xizmên windakiriyan nîşan dide ku nêrîna dewletê qet neguheriye. Hefteyek berê serokkomartî li me geriya û xwestin daxwazên me guhdarî bikin. Me jî daxwazên xwe jê re gotin. Me got ku divê Dayikên Şemiyê neyên astengkirin.”    GIRTÎGEHÊN BI TÎPÊN NÛ    Bi domdarî Yolerî anî ziman ku ew mafê hemû derdoran diparêzin û wiha domand: “Niha li girtîgehan zêdetirî 300 hezar girtî û hikûmxwar hene. Di demekê ku em li benda bidawîkirina îşkence, cihêkarî û binpêkirinan, ew girtîgehên bi tîpên nû çêdikin. Girtîgehên bi Tîpa S bes nedikir ku niha jî yên Tîpa Y ava dikin. Tecrîda heyî dê li van girtîgehan hîn bêhtir girantir bibe. Her wiha 651 girtiyên nexweş li ber mirinê ne. Herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş ên giran hene. Tecrîdeke giran heye.”    MAKEQANÛNA DARBEYÊ    Piştre jî Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û ev tişt anî ziman: “Yekemîn saziya rêxistina civaka sivîl a piştî darbeya leşkerî hatiye avakirin, ÎHD ye. Ji hêla malbatên zarokên wan di girtîgehan de, yên hatine bidarvekirin û hwd. ve hate avakirin. ÎHD her tim li dijî şer, nîjadperestî, milîtarîzm û homofobiyê têkoşiya. Makeqanûna ji hêla darbekarên leşkerî ve hatiye amadekirin hêj jî di meriyetê de ye. Tu mafê vê desthilatdariyê û yên dê pêşerojê bibin destilatdar nîne ku ji milîtarîzmê bigazinc bin. Ji ber ku wan ev makeqanûna ji hêla darbekar Kenan Evren ve hatiye amadekirin, neguherandin. Hiqûqa darbeyê di meriyetê de ye. Lewma kurd, elewî, ermen, rum, cihû, jin, LGBTÎ+ dibin zextê de ne. ÎHD li dijî milîtarîzmê ye. Divê em pêşengên xwe yên di vê rêyê de canê xwe dane Vedat Aydin, Mûsa Anter, Neman Firtina û bi dehan kesên din bi bîr bînin. Baş e ku ÎHD heye.”    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.