Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye 2022-07-17 13:30:29     RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar îro jî berdewam kir. Malbatê têkildarî çalakiyê ev peyam parve kir: “Fadil Şenyaşar ev 4 sal in di hucreya yekkesî de bi hêviya edaletê ye.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta ku kujer bên darizandin û girtin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 496’an de jî berdewam kir. Îro dawiya hefteyê ye deriyê edliyeyê girtî ye lewma malbatê çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bang li Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag kir û ev peyam parve kir: “Di serî de Wezareta Edaletê, hemû kes baş bi komkujî û neheqiya li malbata me hatiye kirin dizane. Heta ku edalet pêk tê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin! Fadil Şenyaşar ev 4 sal in di hucreya yekkesî de bi hêviya pêkhatine edaletê ye.”