Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin 2022-07-17 11:20:50   ÎZMÎR - Parêzer Turkan Aslan Agaç banga beşdariya danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz kir û got heta niha jî daraz neketiye nava hewldana eşkerekirina piştberdeya bûyerê.    Danişîna 4’emîn a kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer dê sibehê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê lidarxistin. Tevî ku bi her awayî kitekitên bûyerê eşkere ne û kesên alîkarî dane kujer jî di vî derbarî de tu pêşketinek çênebûye.    Danişîna herî dawî di 29’ê nîsanê de hatibû lidarxistin. Parêzeran ji heyeta dadgehê xwestibû ku şande ji dosyeyê vekişe û daxwaza reda dadgerî kiribûn. Lê belê dadgehê daxwazên wan red kirin.    ‘PIŞPERDE NEHAT EŞKEREKIRIN’    Ji parêzerên doza Denîz Poyraz, Turkan Aslan Agaç diyar kir ku ew ê bandora guhertina di şandeya dadgehê de di danişînên rojên pêşiya wan de bibînin. Agaç destnîşan kir ku heta niha jî darazê ji bo ronîkirina piştperdeya bûyerê neketiye nava tu hewldanê û wiha got: “Çawa ku delîl ne li gorî dilê berhevkirin û îdianame ne li gorî dilê me hat amadekirin, pêvajoya darizandinê jî ji pêvajoya amadekirina îdianameyê qût nîne. Dadgeh ji bilî pirsên giştî tu pirsê heta niha ji kujer nekiriye. Heta niha hê jî kitekit û piştperdeya bûyerê ji bo raya giştî nehatiye eşkerekirin. Me daxwaz kir ku şande ji dosyeyê vekişe û reda dadgerî pêk were lê daxwazên me red kirin. Heta niha me çi daxwazname daye heyeta dadgehê lê nehatiye qebûlkirin. Daxwaznameyên me li ber çavan nagirin. Rêgeza daraza bêalî û serbixwe ji holê rabûye.”    BANG   Agaç banga beşdariya danişîna dozê ya ku dê sibê were lidarxistin kir û got ew baro, saziyên hiqûqê, hiqûqzan, rêxistinên jinan, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û raya giştî ya hestiyar vedixwînin ku tev li danişînê bibin.