Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê 2022-07-17 09:19:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Herêmên dagirkirî yên Sûriyê bûne stragehên ewle ji bo DAIŞ û El-Qaîde. Li gorî SOHR'ê, piştî kuştina lîderê DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî derdora 50 endamên DAIŞ'ê li wan herêman hatine kuştin.   Herêmên dagirkirî yên Sûriyê ji Idlibê yê bakurê Helebê bigire heta bigihêje gundewarên Reqa û Hesekê bûne stragehên ewle ji berpirsên DAIŞ'ê û El-Qaîde û komên din ên hêzên paramîlîter re.   Piştî kuştina lîderê DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî di 27'ê Cotmeha 2019`an de bi destê Koalîsyona Navneteweyî li herêmekê li ser sînorên bi Lîwa Skendron li bakurê Idlibê û bi hevkariya istixbarata QSD`ê hate kuştin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên Koalîsyona Navneteweyî li herêmên di bin hegemonya Tirkiyeyê de 48 kesên wek terorîst tên binavkirin ên ji sûrî û ne ji sûrî kuştin. Gelek ji wan berpirsên DAIŞ, Huras El-Dîn û El-Qaîdê ne. Gelek din jî di encama êrişên li dijî herêmên endamên Tehrîr El-Şam û komên din de hatin kuştin.   Wezareta Parastinê ya Amerîkayê sêşema bihûrî ragihandibû ku di derbeya balafireke bêmirov a biçek a Amerîkayê de li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê, berpirsê DAIŞ'ê yê li Sûriyê Mahir El-Eqal hatiye kuştin.