Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin 2022-07-16 20:47:28   DERSIM - Belavkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt li noqteya kontrolê ya Kemerbelê hat binçavkirin.   Li Dêrsimê belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt noqteya kontrolê ya polîsan a li Kemerbelê ya li ser rêya Pulurê hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Bozkûrtê nehat hînbûn, lê hat ragihandin ku Bozkûrtê ji bo kontrolkirin tenduristiyê rakirine nexweşxaneyê.