Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin 2022-07-16 11:52:24 AMED - Li Goristana Yenîkoya Amedê kesên nasnameya wan nediyar êrişî gora Alîş Çubuk (Çekwar) kirin û ser cihê ku lê “Şehidê Sûrê” nivîsandîbû bi boyaxa reş hatiye nixûmandin.  Li Goristana Yenîkoyê ya Amedê gora Alîş Çubuk (Çekwar) ê ku di dema şerê li navçeya Sûrê de jiyana xwe ji dest dabû, rastî êrişê hat. Kes ango kesên nasnameya wan nediyar, li ser kêlika gora wî cihê ku “Şehîdê Sûrê” nivîsandibû bi boyaxa reş hatiye nixûmandin. Berê jî gelek caran gora Çubuk rastî êrişê hatibû.    Malbat dema roja pêncşemê yanî duh na pêr diçe serdana gora lawê xwe bi rûxandina gorê re rûbirû dimîne. Nehat zanîn ku gora Çubuk kengê bi êrişê re rûbirû maye.    Dayika Çubuk, Netîce Çubuk boyaxa ku li ser kêlika lawê wê dane paqij kiriye.    Beriya niha jî gelek caran gorên endamên PKK’ê û YPG’ê yên li Goristana Yenîkoyê hatibûn rûxandin û ser nivîsên kêlikên gorên wan hatibûn xêzkirin û wêneyên hatibûn rakirin. Peyvên wek “şehîd”, “rojbûn” û navê wan lê nivîsandibû bi spralê jê hatibû birin.