Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn 2022-07-16 11:46:49   STENBOL – Girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê ji bo salvegera 7’an Qetlîama Pirsûsê peyamek şandin û diyar kirin ku wê têkoşîna edaletê ya malbatanbi ser bikeve.    Girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê bi boneya salvegera 7’an a Qetlîama Pirsûsê ji Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê re peyam şandin.   TÊKOŞÎNA WAN WÊ HER BERDEWAM BE   Girtiyan di nameye de diyar kirin ku 33 qurbanî bi awayek “faşîst û hovane” hatin qetilkirin. Girtiyan di nameye de da zanîn ku di 7 salan hêrsa wan her ku çûye zêdetir bûye û gotin: “Xwestin biryardariya me hesabpirsîna 33 qurbaniyên me û bi edaleta ku di qesrê de hatiye hefskirin û sepanên antidemokratik, asteng bikin. Lê belê li dijî van astengiyên wan em bi biryar têkoşîna edaletê ya malbatên 33 qurbaniyên me her berdewam e. Bi xêra têkoşîna we ya edaletê û berxwedana we hinek zû hinek dereng be jî wê ev pêvajoya tarî ji holê rabe. Wê têkoşîn û lêgerîna me ya ji bo edaletê berdewam bike da heta ku bi ser bikeve. Em wisa dikarin hesabê qetlîamê bixwazin. Em 33 qurbaniyên xwe bi hezkirin û hesret bi bîr tînin. Em berxwedana we malbatan û hevrêyan silav dikin.”