Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn 2022-07-16 11:11:29 STENBOL - Bi boneya 7’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. Li Îzmîr û Stenbolê dê “Zincîrên edaletê” bên çêkirin.    Di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê ya di 20’ê tîrmeha 2015’an a li Pirsûs a Rihayê de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Di çarçoveya 7’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de li gelek bajaran dê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.    Di vê çarçoveyê de di 17’ê tîrmehê de li Stenbolê, di 18’ê tîrmehê de jî li Îzmîrê bi dirûşma “Ji bo Pirsûsê em li zincîra edaletê tên ba hev” çalakî bên lidarxistin.    Roj û saetên çalakiyên bîranînê yên ji bo Komkujiya Pirsûsê wiha ne:    ÎRO    Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) dê li Îzmîrê saet di 19.00’an de bi dirûşma “Kampanyaya avakirinê ya Kobanê û têkoşîna edaletê ya 7 salan” li avahiya HDP’ê ya bajêr panelekî li dar bixe.    SIBE    Dê saet di 16.00’an de li pêşiya Bendergeha Beşîktaş a Kadikoyê çalakiya zincîra edaletê pêk bîne.    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, Platforma Edalet ji bo Pirsûsê û Rêxistinên Ciwanan dê bi dirûşma “Hafizeya Tevgera Ciwanan: Komkujiya Pirsûsê” li Mala Çandê ya Ciwanan a Gunebakan a Enqereyê saet di 15.00’an de panelekî li dar bixe.    18’Ê TÎRMEH    Dê saet di 18.00’an de li hemberî Bendergeha Karşiyaka ya Îzmîrê çalakiya zincîra edaletê bê lidarxistin.    Platforma Edalet ji bo Pirsûsê dê saet di 15.00’an de bi dirûşma “Komkujiya Pirsûsê û têkoşîna edaletê” panelekî li dar bixe.    19’Ê TÎRMEHÊ   Dê saet di 17.30’an de li Samsûnê bi pirsa “Em çima li Pirsûsê bûn?” li Tes-Îş’ê gotûbêj bê kirin.