Banga ji bo doza Denîz Poyraz 2022-07-16 09:02:03 ÎZMÎR - Danişîna 4'an a doza Denîz Poyraz dê bê lidarxistin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk ji bo tevlîbûnê bang kir û got: "Ev xwedîderketin parastina jiyana hevpar û nîşaneya daxwaza ji bo jiyana hevpar e."     Danişîna 4'an a doza Denîz Poyraz ku di 17'ê Hezîrana 2021'an de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê ji aliyê Onûr Gencer ve hat qetil kirin, wê di 18'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê bê lidarxistin. Weke her 3 danişînên borî tê payin gelek kes ji Îzmîr û bajarên derdorê û herêmê tev li danişîna 4'an jî bibin. Beriya danişînê ku wê saet di 09:00’an de dest pê bike, dê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê saet di 08:30’yan de li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyaniyekê bide. Tevî parlementerên HDP'ê dê nûnerên CHP û TÎP'ê, rêxistinên mafên mirovan, hiqûqê û jinan, serokên baroyan û gelek welatî tev li daxuyaniyê û danişînê bibin.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Berna Çelîk beriya danişînê bang kir. Çelîk anî ziman ku Denîz Poyraz keça malbateke kurd e ku ji bêgavî ji bajarê koçî metropolên Tirkiyeyê bûye. Çelîk bi lêv kir ku Denîz Poyraz li hemû qadên têkoşînê ye û got: “Em di pêvajoyeke ku tê xwestin HDP'ê bigirin de li avahiya partiya xwe ya Îzmîrê hatin qetilkirin. Ev komkujî ne tenê komkujiyeke ku di şexsê Denîzê de hatiye kirin. Ev êriş hem li dijî rêxistinên girseyî yên demokratîk hem li dijî têkoşîna jinan û hem jî li dijî gelê kurd hatiye kirin. Her wiha êrişeke li dijî HDP’ê ye. Lewma girîng e ku mirov doza Denîz Poyrazê bişopîne."   ‘DÊ WISA NEDIOME'   Çelîk diyar kir ku heta niha di dozê de tu pêşketin çênebûye û wiha dewam kir: “Danişîna 4'an a dozê dê roja duşemê bê lidarxistin. Di dadgeha dawî de kujer Onûr Gencer bi hinceta 'ewlehiyê' nehatin danişînê. Ev jî nîşan dide ku ev ne komkujiyeke ku tenê bi gulebaranê hatiye kirin, hêzeke rêxistinkirî li pişta wî ye. Hêza li pişta wî jî rê li ber darizandinê digire. Pêvajoyeke darizandinê ya ku nahêle qetlîam eşkere bibe û hewl dide ser wê binixumîne heye Lê helbet wê wiha nedome. Em ê ji bo edaletê têbikoşin. Denîz ji aliyê kujerekî û hêzên li pişta wî ve hat qetilkirin. Wê tu carî nikaribin ser vê rastiyê veşêrin.”   BANGAWAZÎ   Çelîk bi bîr xist ku gelek kes tev li danişînên borî bûne û dê ev danişîn jî wiha be. Çelîk di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heya niha çawa xwedî li Denîzê hatiye derketin dê ji niha û pê ve jî xwedî lê bê derketin. Em tu carî ne bi tenê ne. Hem di aliyê xwedîderketina partiya me ya li Denîzê hem jî di warê xwedî derketina li heval Denîzê hewelsteke berxwedêr heye. Ev helwest dê di dozên dadgehê de jî berdewam bike. Di pêvajoyên pêş de jî wê bidome. Ev xwedîderketin jî nîşaneya daxwaza parastina jiyana hevpar û jiyana hevpar e. Em bang li rêxistinên girseya demokratîk û rêxistinên jinan dikin ku di 18'ê Tîrmehê de xwedî li vê dozê derkevin."    MA / Tolga Guney