16 rojnamevan mehek e girtî ne 2022-07-16 09:01:05   AMED - 16 rojnamevan ji 16'ê hezîranê ve girtî ne. Parêzer Resûl Temûr anî ziman ku armanca girtina rojnamevanan pêşîlêgirtina azadiya çapemeniyê û mafê nûçewergirtina bêalî yê gel e.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 8'ê hezîranê de di avêtina malan û kargehan de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî piştî 8 rojên di binçavan de sewqî Edliyeya Amedê hatibûn kirin û ji rojnamevanan Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê MA'yê Azîz Orûç, Midûrê Karê Nivîsê yê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji ber nûçeyên xwe, bernameyên çêkirine, axaftinên bi çavkaniyên nûçeyan re û xebatên rojnamevaniyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin û Gulşen Koçûk, Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.    PIŞTEVANÎ Û BERTEK   Piştî rojnamevan hatin girtin li Tirkiyeyê û cîhanê gelek rêxistinên rojnamevanan girtina rojnamevanan şermezar kir û gelek rojnamevan û derdor li Amedê serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kirin. Her wiha bi pêşengiya DFG'ê û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bi gelek çalakiyan girtina rojnamevanan hat şermezarkirin. Li gel vê gelek nivîskar, rojnamevan û şîrketên çapemeniyê yên navneteweyî jî piştgiriya xwe ya ji bo rojnamevanan ragihandin.    Derbarê dosyeya lêpirsînê ya rojnamevanan de biryara veşarî hat dayîn û têkildarî tiştên rojnamevan pê tên tawanbarkirin rojnamevan û parêzer nehatin agahdarkirin. Her wiha avahiya Arî û Piyayê jî bi îdiaya "lêgerîn didome" 32 rojan di bin dorpêça polîsan de ma. Piştî 32 rojan polîsan zabitname dan parêzeran, lê belê lîsteya malzemeyên hatin desteserkirin nedan wan. Piştî lêgerînê xebatkarên şîrketê tespît kirin ku polîsan dest danîne ser 19 kamerayan, hemû kaseyên komputeran, mîkserên dengan, mîkrofonan, qaseyên komputeran ên li beşa rejiyê û hin monîtorên komputeran.    KAMERA SÛC HATIN HESIBANDIN   Piştî ku bertekên li hemberî girtina rojnamegeran zêde bûn, Midûriyeta Polîsan a Amedê kamerayên ku hatibûn desteserkirin wekî madeyên rêxistinî û sûcî nîşan dan û ev yek li bara raya giştî bû cihê bertekên mezin.    12 ROJNAMEVAN HATIN SEWQKIRIN   Ji rojnamegerên li girtîgehên kampusê yên Amedê girtî Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê MA'yê Azîz Oruç û Ramazan Gecîken, Mazlum Guler, Abdurrahman Oncu û Suat Doguhan sewqî Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê hatin kirin. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan û Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Îbrahîm Koyuncu û Lezgîn Akdenîz jî sewqî Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan hatin kirin.   NAMEYÊN WAN NEHATIN ŞANDIN   Li aliyê din rêveberiya girtîgehê nameyên ku gelek rojnamegeran ji hevpîşeyên xwe re şandibûn ji aliyê rêvebiriya girtîgehê ve wekî "xetere" hatibûn pênasekirin û hatibûn desteserkirin. Destûr nehatibû hiştin nameyên Mehmet Alî Ertaş, Omer Çelîk û Serdar Altan bigihên kesên ji wan re hatine nivîsandin. Her wiha nameyên ku hevpîşeyên Omer Çelîk jê re şandibûn jî destûra wan nehatibû dayîn.    NÛÇE Û BERNAME SÛC HATIN HESIBANDIN   Ji parêzerên 16 rojnamevanên girtî Resûl Temûr têkildarî meha ewil a girtina rojnamevanan de axivî. Temûr wiha got: “Sedema girtina 16 rojnamegerên kurd ên ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin, bi kurtî bernameyên ku çêkirina û xebatên wan ên rojnamevaniyê ne. Siyaseta weşanê ya kanalên ku hin bernameyên wan lê hatine weşandin, naveroka nûçeyên ku ji aliyê nûçegihanan ve hatine çêkirin û zimanê nûçeyan, şîrketên ku bi giranî tê de dixebitin û bernameyên ku tên çêkirin, bûne sedema girtina wan."   Temûr destnîşan kir ku ji bo ev hincet hemû bên tepisandin û ji bo ku bê gotin li Tirkiyeyê "rojnamevanên girtî tune ne" di warê çapemeniyê de şabloneke ku tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye hatiye çêkirin. Temûr anî ziman ku armanca girtina rojnamevanan pêşîlêgirtina azadiya çapemeniyê û mafê nûçewergirtinê yê bêalî yê gel e. Temûr bi lêv kir ku di dozên wisa de pêdivî bi mudaxilbûneke civakî heye û divê li qadên cuda ev bêhiqûqîtiya wekî tiştekî tiştekî qanûnî be hatiye nîşandan bê astengkirin. Temûr got: "Ji xeynî hin saziyên çapemeniyê ku ji dema rojnamevan hatine girtine heya niha bi dîtineke bîrdozî nêzî çapemeniya kurd dibin, piştevanî û piştgiriyeke mezin ji bo rojnamevanan rû da û ev yek ji bo rojnamevanan bûye cihê moreleke mezin e."    MA / Mujdat Can