Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin 2022-07-15 16:37:15 RIHA - Li Rihayê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên di çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hewldana 78’an û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ya Zindana Hejmara 5’an a Amedê de jiyana xwe ji dest dan, li avahiya HDP’ê panelek li dar xistin. Xwişka Alî Çîçek, Ayşe Çîçek, parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek kes beşdarî panelê bûn. Di panela ku moderatoriya wê endamê Meclîsa DBP’ê Salîh Mevalî kir de Ayşe Çîçek, endamên Hewldana 78’an Vahît Akgun û Mehmet Alî Artûk axivîn. Li eywana ku panel lê hate lidarxistin pankarta bi kurdî û tirkî ya “Berxwedan Jiyan e” hatin daliqandin.    Salih Mevalî yê DBP’î ku piştî rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin axivî, jiyana Alî Çîçek ê li Rihayê ji dayik bû û mezin bû vegot.    PÊVAJOYA GIRTÎGEHÊ   Endamê Hewldana 78’an Vahît Akgun ê demekê li Hejmara 5’an a Amedê girtî mabû jî pêvajoya heta darbeya 12’ê Îlona 1980’an qewimî vegot. Akgun, diyar kir ku piştî darbeyê xwestin tevgera azadiya kurd ji her qadê tasfiye bikin û lingê vê yê dawî jî qadên jiyanê yên li girtîgehê bû û wiha got: “Heta sala 1981’an jî li Zindana Amedê jiyaneke komunal hebû. Rêxistinkirinek hebû. Piştî ku Esat Oktay Yildiran hat hewl da ewilî vê rêxistinkirinê ji holê rak e. Ji ber vê yekê hewl da ewilî tecrîdê belav bike. Hûn li qawişekê ne lê nizanin li qawişa li rex we çi diqewime. Mînaka vê ya herî şênber çalakiya Çaran ku di 18’ê Gulana 1982’yan de kiribû em di meha tîrmehê de hîn bûn.”    Endamê Hewldana 78’an ê Rihayê û di heman demê de şahidê Zindana Amedê Mehmet Alî Artûk jî dest pêka berxwedana Çaran û Rojiya Mirinê ya Mezin vegot.      Panel bi pirs û bersiv û pêşandana sînevîzyonê berdewam kir.